Alî Erel - Gulperî
Alî Erel kilîpek nû belav kiriye bi navûnîşana (Gulperî) ji Gotin û Muzîk: ALÎ EREL û helbest ya Ilyas Isen....
Gulperî
Bihar hat, av derket gûl û sosin vebûn
Deng dihat nav baxçan, bilbil û kew bûn
Havîn hat roj derket, genim serî da
Gundîyan deng rakir, ber hona zewîda
Gulperî Gulperî çavreş Gulperî
Ez heyran bim, çavên wek morî
Gulperî Gulperî, rindik Gulperî
Ez heyrana te bim, bejna teyî rindî
Alûçe, Hirmî sêv geştin payîzê
Kom dibûn bin daran dayik û qîzan
Berfa zivistanê da ber sivîgan
Zarok kêf didan li ser Tawugan
Her wext xweş bû jîyan, li wê Gundê da
Rêz hebû nav keç û bav û xortan da
Hebûn, mirin, jîyan li her demê da
Eşqa mezin dimîne di nav Dilan da
Nivîsrastker: Ilyas Isen
XELAT
