Kêşeya zimanê kurdî li Efrînê jî hate holê

Kêşeya zimanê kurdî li Efrînê jî hate holê

Piştî aloziya ku li bajarê Hesekê derket, li Qamişloyê jî, taploya bi Erebî hate jêbirin, lê deng veneda, her weha tenê ya bajarê Hesekê dengvedaneke bê sînor û bê wêne hate encamdan.

Lê Rewangeha mafên mirovan a Sûrî jî, dest bi weşandina taployeke ku li ser deriyê Koçka Daderiya Efrînê hatiye darleqandin û tenê bi zimanê Erebî û Tirkî hatiye nivîsandin, serbarê wê yekê ku asta gelê kurd li Efrînê %98 û ên din jî ereb û neteweyên dinin.

Çavdêrên siyasî û zimanvanî kurd wiha dibêjin: Ev yek li hemberî biryarnameya serokê Sûriye yê demkî Ehmed Şerih e ku di demekê de, biryarnameyek derbarê zimanê kurdî de derxistibû ku wê li cihên piraniya kurdî bi zimanê zikmakî xwe bikarbînin û rewa ye. Lê ev tiştê ku li Hesekê û Efrînê pêkhatiye, ne rewa ye û li dijî biryarnameya serokê Sûriye Ehmed Şerih e.

Gelê kurd ber bi roja zimanê kurdî ve diçe û wek hemû sale, roja `15`ê Gulanê roja zimanê kurdî a pîroz e.

Xelat