Çayxaneya Êraq – Îran li bajarokê Biyare

Çayxaneya Êraq – Îran li bajarokê Biyare

Li bajarokê Biyare ya ser bi parzêgeha Helebçe ku dikeve ser sinorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û bi navê çayxaneya (Êraq – Îranê) hatiye bi nav kirin li ser cokeka zirav ya avê hatiye avakirin ku bûye xeta cudakirina sinorê di navbera herdu welatan de.

Şêniyên herdu deverên sinorî ya Başûr û Rojhilat mirovên hevin û xizmatî di navbera wan de heye û rojane çendîn car bi bê paseport û vîze sinor derbas dikin û sardana hevdû dikin û parêzvanên sinorî yên Îranê çi astengiyan ji bo xelkê deverê çê nakin.

Bajarokê Biyare cihekî geştyarî ya gelek xweş û bedewe û salane bi hezaran getiyar berê xwe didin wê deverê.

Foto: Kurdsat

XELAT