Li Îtalya Festîvala Şerîf Paşayê Xandan tê lidarxistin

Li Îtalya Festîvala Şerîf Paşayê Xandan tê lidarxistin

Biryare 17emîn Festîvala Bedirxanê bi nave (Şerîf Paşayê Xandan, Pêşengê Dîplomasiya Kurdî) îsal 2025 di meha Cotmehê de li bajarê Catanzaro ya welatê Îtalyayê birêve biçe.

Di wê derbarê de Serokê Dezgeha Bedirxan (Hemîd Bedirxan) ragihand ku, 17emîn Festîvala Bedirxan dê li bajarê Catanzaro ya Îtalyayê were lidarxistin, em bo wê mebestê çûne wî bajarî û me serdana gora General (Şerîf Paşayê Xendan) kiriye, ku berê ji hêla Dr. Casim Xoşnaw ve hatibû dîtinê.

Derbarê festîvalê de jî, serokê dezgeha Bedirxan got ku, amadekarî digel aliyên serpereştiyar û sponsoran re berdewam in.

Şerîf Paşayê Xandan kiye?

Mihemed Şerîf Paşayê Babanî (Şerîf Paşa Xendan) sala 1865`an li navçeya Ûskûdar a bajarê Stenbolê  ji dayîk buyê, û di 22ê kanûna pêşîn sala 1951`an li bajarê Catanzaro ya Îtalya koça dawî kiriye. Şerîf Paşa, siyasetmedar û neteweperwerê kurd, serbaz û paşayeke împeratoriya Osmanîyan bû ku ji malbata Babaniyan bû. Şerîf Paşa li dibistana Xawace ya li Silêmaniyê xwendiye û hevalê pola Şêx Mehmûd Hefîd bû,  li wir wî Tirkîya Osmanî, Erebî û Farisî hîn bûye, paşê çûye Stenbolê û Yewnanî, Îtalî û Fransî hîn bûye.

Bavê wî Seîd Paşayê Babanî (an wekî Osmaniyan bilêvkirine Seîd Paşa) du caran bûye wezîrê derve yê Osmaniyan.

Şerîf Paşa di sala 1865an de ji dayik bûye. Li Dibistana Xawace ya li Silêmaniyê xwendiye û hevalê pola Şêx Mehmûd Hefîd bû. 

Li wir wî Tirkîya Osmanî, Erebî û Farisî hîn bû, paşê çû Stenbolê û Yewnanî, Îtalî û Fransî hîn bû.

Şerîf Paşa jî di sala 1898an de wek balyozê Osmanî li Swêdê hat destnîşan kirin û 10 salan li wir ma.

Şerîf Paşa li ser navê kurdan tevlî morkirina peymana Sîverê dibe. Di vê peymanê de dewletek ji bo kurdan dihate plankirin. Di heman peymanê de dewletek jî ji bo ermeniyan dihate xwestin ku parekê wê diket ser axa Kurdistanê.

Şandeya kurd û ermeniyan bihev dikin û di 20ê çiriya paşîn a 1919an de peyman tê morkirin. Lê êlên kurdan ên dê bikevin bin hukmê dewleta ermenî nerazîbûnên xwe nîşan didin. Şerîf Paşa mecbûr dimîne xwe ji hevdîtinan bikişîne.

Çalakiya siyasî ya herî mezin a Şerîf Paşa di Adara 1919an de pêk hat, dema ku wî bi navê nûnerê Kurd ê pêbawer û Şêx Mehmûd notek pêşkêşî Kongreya Aştiyê ya Parîsê kir, digel nexşeyek Kurdistana Mezin wekî daxwaz kir ku divê dewletek serbixwe ji bo Kurdan were avakirin. Li ser daxwaza Şerîf Paşa Hevpeymanan navê Kurd di bendên 62, 63 û 64 ên Peymana Sevrê de, ku di meha Tebaxê de hatibû pejirandin, pesend kirin. Piştî sê salan, di Konferansa Lozanê de, hemû xewnên Şerîf Paşa hilweşiyan û rewşa wî ya derûnî bandor bû.

Ew di dawiya sala 1951an de li bajarê Napolî ya Îtalyayê koça dawî kir. Berî mirina xwe, wî wesiyet kir ku cenazeyê wî were şewitandin û axa wî were avêtin nav deryayê ji ber ku wî xwe bêwelat didît. (Wîkîpedia)

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê