Stafa Xelatê pêşwazî li ronakbîr Merwan Berekat kir

Stafa Xelatê pêşwazî li ronakbîr Merwan Berekat kir

Stafa Xelatê ku pêkhatibû li sernivîserê kovara elektronî ya Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawûd Çîçek duh roja Çarşemê 28/5/2025 li bajarê Silêmaniyê bi germî pêşwazî li ronakbîrê kurd yê navdar Merwan Berekat kir.

Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û rola rewşenbîr û nivîskaran û her weha rewşa dawî ya herêma Efrînê û rewşa koçberên wê û xwasteka vegera Efrînê hate kirin.

Ji aliyê xwe ve ronakbîr Merwan Berekat dilxweşiya xwe ji bo serdana bajarê Silêmaniyê anî ziman û diyar kir ku, serê çiyayê Ezmer şiyayê Lêlûnê ya herêma Efrînê aniye bîra wî.

Hozan Efrînî jî destxweşî li kar û xebatên Merwan Berekat a di xizmeta çand û  huner û dîroka rojavayê Kurdistanê kir.

Cîgirê sernûser Dawûd Çîçek jî kêfxweiya xwe ji bo serdana ronakbîr Merwan Berekat anî ziman û da zanîn ku di rewşa dijwar a koçberiya gelê Efrînê de mamosta Merwan Berekat dengê gelê xwe bi rêya nivîs û helbest û çîrokan gîhandiye cîhanê.

Ronakbîrê kurd di serdana xwe de ji bo Silêmaniyê serdana mezarê rewanşad serok Mam Celal Talebanî jî kir .

Hêjayî gotinê ye, ronakbîrê kurd Merwan Berekat ku bi xwe xelkê herêma Efrînê ye ku niha li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê dijî, bi serdanekê hatibû Silêmaniyê û pêwendî bi stafa Xelatê re kir.

Xelat