AXATIYA DARIYAN
Nivîskar: Salih Heydo
Bajarê Darê gelekî dêrîn û Dîrokiye hîn di heyamên berî zayînê de paytexta Şahê Exmîniyan Dara bû,û hemî şûnwar in weke koçkan, û kelehan,bedenan,zindan û xeşîme û pêlpêlkên kevirîne ku şaristaniyeke zengîn û endazyariyeke kesnedîtî raçav dike.Ev bajar li bakurê Kurdistanê ye,devera Mêrdînê û li ser Sînorê rojavayê kurdistanê ye bi du-sê kîlometran tenê nêzîkî Amûdê ye û gundên li derdorên wê Qurdîsê,Kurkê,Aqbê, E'mbarê,Buhêrkê,Gundikê Meqso,gundikê Sem'o,Gurik,Menderê,Çûva û
Qesra serçîxanê,Hatxê , Gulîca , Hasdê , Şorik û Çamirlê ne ji hêla serxet û binxetê de û di qurmê çiyê de ye raserî beriya Mêrdînê ya rast û berfire. Xelkên Darê ji Eşîra Şikakan Bera Fasolyane di gel hin ji eşîrên kurdan yên dîtir weke: Omeriyan,Bûbilanan ,Ciwêlekan, di gel tareke fillehan û Darî bi payebûna xwe navdar in û pir ji xwe hezdikin û ji xizanên wan û heya dewlemendên wan bi çavên axe,maqûl û mîrekan li xwe dinêrin û gelekî ji kêfa xwe û bedena xwe û paqijiya xwe hezdikin û guh didin ferezî û kesayetiya xwe û bengiyên dîrok,stran,govend û dîlan û şahiyane û pir ji qerf û henekan hezdikin û xwedanên pêkenok û serpêhatiyane,çilo bin,çawa bin ji çi çînê û pêlaka civakî bin hemî xwe mezin û axe dibînin?! Her wiha gelekî şanazî û serbilindiyê bi xwe û bajarê xwe û dîrok û şaristaniya xwe dikin , Lewra xelkên devera Omeriyan ji axayê xwe Ehmedê Silêman re dibêjin ku xelkên Darê hemî axe ne û qet û qet xwe kêmî tu kesî nabînin û xwe ji maqûl,beg û mîrekan jî bilindtir û mezintir dibînin û çi zilamê di Darê de be xulamekî wî jî heye û ew xulam ne Dariye! Lewra Dema Ehmedê Silêman van salixan li ser şêniyên Dariyan dibihîze seyr û matmayî dimîne ku çawa Darî hemî axe ne ?!Qet û qet ber bi aqilan ve nayê! Her wiha Ehmedê Silêman rojekê nîşan dike û nanekî giran li gundê Çalê yê Omeriyan ku paytexta wî ye datîne û xelkên Darê hemiyan vedixwîne ser da bi çavên xwe wan bibîne û ji nêzîk ve wan nasbike ku rastî wilo ne,hemî axe ne yan na! Lewra dişîne pey wan ku bêne ser nên. Dema Darî tên û dikişin, Ehmedê Silêman dibîne ku bi rastî jî çi zilamê heye bi kubarî û pozbilindî dimeşe û peyak yan xulamek di kêleka wî de ye û carê jî serê xwe li ber wî dadixe û jê re kemerbest dibe,lê zilamek tenê bê xulam û peye ye û bi tenê bi zilamên Dariya re ye. Ehmedê Silêman jê dipirse û dibêje: Ho weh tu çilo bi van axeyan re hatiye ser nanê min û tu ne axe ye ,qey tu ne Dariye?! Zilamê Darî lê vedigerrîne û dibêje: Bavê Beşîr wele ez jî Axe me lê xulamê min tune ye,çiku Dariyan xulam nehijtine haaa!lewra ez ji xwe re li xulamekî digerrim!
Dema zilamê Darî wilo got,hema Ehmedê Silêman di dews de çû pêşiyê, berê xwe dayê û bilez çû cem, bi destê wî girt û jê re got: Başe , heger wilo be,xeman mexwe ez ê bibim xulamê te?!
-----------------------
Têbînî
Ev nivîs ne li ser dîrok û şaristaniya Darê ye,lewra min weke bûyer û serpêhatiyeke civakî tenê nivîsandiye.
XELAT
