WÊJE
Nivîskar: Merwan Berekat
Di nav dîroka û civaka mirovahiyê de, wêje bi hemû şax û hunerên xwe yên devkî û nivîskî ne tenê amûrek e ku hest, raman, helwest, serborî û bûyerên cûrbecûr ên rûdidin vedibêje û belge dike, lêbelê roleke gelek girîng di jiyana civakî, derûnî, siyasî û pêşdeçûna mejiyê mirovan de dilîze. Lewra em dikarin bibêjin ku wêje awêneya herî sayî ya ku jiyana civakê nîşan dide ye.
Wêje di dirêjahiya herikîna xwe ya dîrokî de, hertim bûye qada pirsên herî mezin û ta roja îro jî domdar e. Bi hemû şêwazên xwe yên hunerî sînorên diyar û ne diyar bi pêlên xwe yên curbecur derbas dike. Bi wê herikîna xwe ya bê rawestandin dibe pênaseya sinc, nirx, felsefe û asta pêşketina mejiyê mirovan ya her serdemekê. Ji aliyekî din ve, wek amûreke çalak di nav civaka
mirovahiyê de dixebite û wijdanê wê bi xwe re çalak dike. Herweha çareyan ji gelek pirsgirêk û kêșeyan re dibîne û asoya xeyalên mirovan fireh dike. Di demên şer û kirîzan de herweha di demên
tevleheviyên ramanî û civakî de, wêje derbasî qadên bexwedanê dibe û li gor hêza xwe riyan li pêş çareyan vedike. Ji aliyekî din ve, dibe çîkdana rexne û nirxandina
rewşa heyî.
Wêje, şaxek ji yên hunerê yê ciwan e ku navgîna wê ziman e. Bêguman perwerdeya wêjeyê gelek girîng e, jê girîngtir ew e ku em Kurd wêjeya xwe bi zimanê Kurdî binivîsin û perwerde bikin. Rastiyek heye divê em piştguh nekin ew jî ev e: Kesê/a ku wêjeyê binivîse, divê berî her tiştî dildarê zimên be. Wekî ku ziman nasnametiya neteweyî ye, herweha ya wêjeyê ye jî. Her miletek wêjeya xwe bi zimanê xwe yê dayîk dinivîse, ji ber ku ti ziman wek ê dayîk nikane derbirîna hest û ramanên mirov têr bike.
Wêje hunera vegotinan bi şêweyekî herî afrînder û ciwan a hest û ramanên mirovan e. Çand û felsefeya civakê ya herî bi bandor e. Zanisteke dêrîn ango ji kevnariya mirovahiyê ve, bi jiyana mirov û civakê re têkildar e. Pêşeya veguhestina hest û nîgaşan bi şêweyekî guncav, nerm û sûdar e.
- Gorkî wêjevanê Rûsî li ser wêjeyê weha dibêje: ``Wêje çavê gerdûnê yê ku her tiştî dibîne û ta
kûrahiya derûna mirovan diçe``. Ango wêje ne sînordar e, ji ber ku nûnertiya nirx û hestên mirovan dike. Tevî wê pênaseya M. Gorkî, ji wêjeyê re, qet nayê wateya ku wêje ji rastî û têkiliya bi civaka xwe re dûr ketiye.
Şaşîtiya herî mezin ew e, dema ku em bibêjin wêje nûnertiya neteweya xwe nake. Bi şêweyekî giştî, wêje bi her du beşên xwe yên devkî û nivîskî ji çîrok, serpêhatî, destan, efsane, roman, helbest û… hwd, bi jiyana civaka mirovahiyê re têkildar e. Ji ber ku jîngeha wê civak e û ji bo civakê ye.
- 02. 2026
Xelat
