Ji Cemal Dêrgulî sê kurte çîrok

Ji Cemal Dêrgulî sê kurte çîrok

Nivîs: Cemal Dêrgulî

Gundekî mîrnişîna Botan xerc nedidan, şêwirmend mîr agehdar dike ku xelkê gund nezanin lewra xercên xwe nadin, lê mîr bawer nake rêdike pey girgirekên gund

Vêce ji bo ku şêwirmend nezaniya wan bide xuyakirin radibe pencek kêzik dike nav legena mewîjan datîne ber wan.

Mîr dibêje: Ka keremkin bixun.

Ê mezin radibe qelpaxê radike, û pêrepêre kêzik ji legenê derdikevin direvin, gazî dike: Kuro bi lez, siwaran bigirin bixun, yên peya her ê me ne...!

Spas M. Dilovan Ehmed

Cemal Dêrgulî

*********

Piştî ku Hiso û Silo masiyan digirin, û dikin du pişk.

Silo: Keko ka pişkekê ji xwe re hilbijêre.

Vêce ji ber ku herdu pişk weke hevin, Hiso dudilî dibe ji neçarî destê xwe datîne ser pişka aliyê rastê: Hema bere ev be. Lê hîn gotin di dev de ye, destê xwe radike datîne ser ya aliyê çepê: Na na ha bere ev be...!

Ev, ne ev, ev ne ev, Hiso nema îde dizanîbû kîjanê ji xwe re hilbijêre, hema radibe hemû masiyan dike tûrikê xwe û yek ser berê xwe dide malê...

Spas M.Rifat Hacî

Cemal Dêrgulî

************

Li gundekî serxetê mele bi kurdî helbest dinivîsandin, lê gava mezinê qereqolê dibihîze radibe wî dike zindanê û dibêje:

Bi Tirkî binivîse ez ê te rezgar bikim.

Lê li zindanê, vîna melê bi hêztir dibe û helbestên xwe îde bi dengekî bilind dixwendin lewra kîna mezinê qereqolê lê dijwartir dibe radibe şivanekî koçeran pêre dike zindanê û ji xwe re dibêje: Heger ne ev şivan be kes dilê min li melê hînik nake...!

Mele jî radibe bi helbestên kurdperwerî pêşwaziya wî dike, û pêrepêre kela girî li şivên dide.

Mele: Ha filan xuyaye helbestê tu giriyandî

Şivan: Na Welle seyda ne helbestê, lê ev riya te ku dilive nêriyê kej tîne bîra min....

Spas mamê Salihê Elî

Cemal Dêrgulî

*********

XELAT