Salvegera 74emîn a koça dawiya Celadet Bedirxan
Celadet Elî Bedirxan di sala 1893an de li Stenbolê ji dayik bûye, wî li Zanîngeha Stenbolê û paşê li Zanîngeha Munchenê li Almanyayê xwend û bi çend zimanan diaxivî û dizanibû, di nav wan de Kurdî, Tirkî, Erebî, Rûsî, Almanî, Farisî û Fransî.
Celadet Bedirxan her zû hewl da ku zimanê Kurdî bi alfabeya Latînî binivîse û ji bo vê armancê kovareke mehane bi navê HAWAR derxist.
Di sala 1923an de, Kemalîstan du birayên wî bi darvekirinê ceza kirin û ew ji Tirkiyeyê hetahetayê derket. Di sala 1927an de, Komeleya Xoybûnê li Beyrûtê di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa de hate damezrandin û Celadet Bedirxan wekî sekreterê wê hate destnîşan kirin.
Ji sala 1942an heta 1945an, wî kovara mehane RONAHÎ derxist û li Bexdadê piştgirî da kovara Gelawêj. Ji pirtûkên wî yên navdar (Alfabeya Kurdî û Prensîbên Rêzimana Kurdî û Nivêja Êzîdiyan) e.
Celadet Bedirxan wekî yek ji pêşengên siyaset, rêziman û rojnamegeriya Kurdî tê naskirin. Ew di 15ê Tîrmeha 1951an de li Şamê koça dawî kir. Li gorîstana Xalid Neqişbendî li taxa kurdan a Şamê hate veşartin.
XELAT
