Mala Mam çetrê berhevkar û cihê biryardanê ye
Nivîs: Latîf Nêrweyî
Silêmanî di dîdara Mala Mam Celal û civîna hevbeş a Serok Bafil Talebanî, Tom Barack û Mazlûm Ebdî de, ji peyam û amajeyeke zêdetir di nava xwe de dihewîne. Ji aliyekî ve pêgeha Yekîtiyê di piştgiriya siyasî û dîplomatîk de bo serxistin û parastina Rojava dupat dike, ji aliyê din ve jî îspat dike ku Silêmanî û Debaşan navenda dîplomasiya nerm, aram û li ser xwe ye û gavan bo çareseriyê bileztir dike, ji ber ku bi hêminî û dûrî hûtaf û bangeşeya medyayî bo armancên bilind ên neteweyî kar dike û bi çekê aştî û çareseriyê cengê dike.
Amadebûna birêz Tom Barack li Silêmaniyê û hevdîtina wî ligel Serok Bafil Talebanî, nîşaneyeke zelal a rol û hîkmeta serokê ciwan ê Yekîtî ye di asta Kurdistanî, Îraqî û navçeyê de bo vekirina girêkên nakokî û lihevketinên siyasî. Di vê de nûnerê Serokê Amerîkayê ne bi tenê belku fîgerekî din ê Rojhilata Navîn, û sembola rûbirûbûna terorê û xemxorê doza rewa ya gelê xwe ye, (Mazlûm Ebdî) jî amade ye. Ev jî belgeyeke dine ku Yekîtî û Serok Bafil çawa ku hevbeşekî sereke û rastîn ê şerê li dijî teror û tundrewiyê bûn, niha jî karakterekî sereke ye di çareserkirina pirsgirêkan de, ku yek ji wan pirsgirêkan Rojavayê Kurdistanê ye.
Hebûna General Mazlûm li Silêmaniyê tiştekî nû nîne; ji ber ku ji rojên Buhara Ereban ve çav, dil û destê Yekîtiyê her li ser Rojava bûye û bi hemû awayan siyaseta "yek malî" li hemberî wan bikar aniye. Her wekî çawa di xwepêşandan û çalakiyên cemawerî yên vê dawiyê de jî hêza piştgiriyê bûye û bo her kesî îspat kiriye ku Silêmanî ders û waneya yekxistina neteweya Kurd bi dinyayê da naskirin. Derbarê encamên civîna sêalî jî, pêdivî bi ti ronahîkirinekê nîne, ji ber ku wêne û kenê li ser lêvên beşdaran her tiştî ji me re dibêjin.
Xelat/ PUKMEDIA
