HORÎ- Dayîna Regeznameya Sûrî

Xeleka vê carê ya bernameya Horî ya îro 11/4/2026 bi mêvandariya siyasetmedar û mafperwer Cebraîl Mistefa û çalakvan Rojda Tahir xan li ser Dayîna Regeznameya Sûrî ji bo kurdên bê nasname û regeznameya Sûrî bû.

Çalakvana Kurd ragihand ku desthilatdarên Sûriyê ji sala 1962`an ve sîstema erebikirina li Rojavayê Kurdistanê da destpê kirin û gelek xelkê Kurd ji regeznameyê Sûrî hat bêparkirin û ji hemû mafên hevwelatîbûnê hatin mehrûm kirin.

Ji aliyê xwe   da zanîn ku li gorî mersûma serokomariya Sûriyê ya jimare 13ê taybete bi dayîna regeznameya Sûrî ji Kurdên bê nasname û mektûm el-qeyd e, lê di proseya tomarkirina kesên bê nasname de gelek erebên biyanî di xwazin regeznameyê bi wan bê dayîn ku eve jî metirsiyeke li ser kurdan.

 

Xelat