ROJAVA- Girîngiya Kongreya Sosyal Demokrat li Silêmanî

Çavdêrê Ramyarî yê Rojavayê Kurdistanê Ferdîdon Elî ku li Almanya dijî, roja Yekşemê 31/08/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

 Di wê hevdîtinê de siyasetmedar û çavdêrê ramyarî yê Rojavayê Kurdistanê (Ferdîdon Elî) bal kişand ser girîngiya Kongreya Sosyal Demokrat a ku li Silêmanî hate lidarxistin û da zanîn ku bi rêya van kongreyan cîhan zêdetir kurdan ji nêzîk ve nas dike.

(Ferdîdon Elî) da zanîn ku, Silêmanî rolekî xwe yê giring di nava civaka Kurdistanî de heye ji serdema rewanşad serok Mam Celal û heya roja îro di serdema Bafil Celal Talebanî de, Silêmaniyê herdem pêşeng bûye.

Çavdêrê ramyarî tekez jî kir ku hilbijartina Serokê YNK`ê weku serokê hevpeymaniya sosyal demokrat ya welatên erebî û her weha destnîşankirina endama serkirdayetiya YNKê Firyal Ebdulah jî ku wek seroka Yekîtiya Jinên Tewarê di çarçoveya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya cîhana Erebî de gavekî gelekî giring bûn.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT