Rojeva Nu- Newroza 2726`an

Roja şemiyê ku kete roja Newrozê 21/3/2026 di bernameya (Rojeva Nu) de bi mêvandariya, her yek ji lêkolînerê siyasî û Rojnamevan li bajarê Silêmaniyê Dawûd Çîçek û rojnamevan Nîhad Kerou ji Kobanê birêveçû.

Di vê xelekê de bi taybetî li ser ahengên Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Kurdistanê li her çar parçeyan û derveyî Kurdistanê û her weha pêxistina agirê Newrozê ji aliyê gelê Kurd ve hate gotûbêj kirin.

Di bernameyê de bi taybetî jî li ser Newroza Amedê ya Bakûrê Kurdistanê û peyama Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî bo gelê Kurd û di heman demê de peyama gelê Kurd ji bo giyanê rewanşad Serok Mam Celal Talebanî ku îro rêbaza wî dirêjpêdere.

Bernama (Rojeva Nu), hemû rojên Şemiyê di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê de ji aliyê rojnamevan û bêjer Hozan Efrînî û Melek Alam ve tê pêşkêş kirin.

 

Xelat