Raperîna Rojava û koça dawî ya Salih Muslim di `Rojeva Nu` de

Roja şemiyê 14/3/2026 di bernameya (Rojeva Nu) de bi mêvandariya, her yek ji Çavdêrê Siyasî Îsmaîl Şamo li bajarê Silêmaniyê û lêkolînerê Siyasî Zekeriya Dado ji Almaniya birêveçû.

Di vê xelekê de Raperîna Rojavayê Kurdistanê a ku di roja 12ê adara 2004an li bajarê Qamişlo destpê kir û li tevahiya deverên Rojava belav bû, gelê kurd li dijî stemkariyê û zilmê serê xwe hildan.

Her weha mijara din a bernameyê koça dawî ya serkirdeyê kurd ê Rojavayê Kurdistanê nemir Salih Muslim bû, herdu mêvanan behsa rola giring û xebata serkirde Salih Muslim kirin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di warê siyasî û dîplomasî de.

Bernama (Rojeva Nu), hemû rojên Şemiyê di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê de ji aliyê rojnamevan û bêjer Hozan Efrînî û Melek Alam ve tê pêşkêş kirin.

Xelat