Perwîn Buldan: Serkeftina aştiyê rêzgirtina li bîranînên Serok Mam Celale

Perwîn Buldan: Serkeftina aştiyê rêzgirtina li bîranînên Serok Mam Celale

Endama şanda Îmraliyê û Cîgira Serokê Perlemana Tirkiyê (Perwîn Buldan) ragihand ku, serkeftina aştiyê rêzgirtina li bîranînên rewanşad Serok Mam Celal e.

Di hevpeyvîneke taybet de li gel Rojnameya Kurdistanî Nwê de di derbarê pêvajoya aştiyê li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de Perwîn Bulda got: Em bi taybetî girîngiyek mezin didin hewldanên Serok Mam Celal ji bo aştî û çareseriyê û piştgiriya ku wî di vî warî de daye em bilind dinirxînin. Ew bawer dikin ku serkeftina vê pêvajoyê hem rêzgirtinek ji bo bîranîna Mam Celal û hem jî pabendbûnek ji bo mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye.

Di derbarê rola Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî de jî, Perwîn Buldan tekez kir û got: Rola Birêz Bafel Talebanî û berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de pir girîng e, di vê babetê de em spasdarê birêz Bafil Talabanî û hemû serkirdeyên din ên Kurdistanê.

Her weha derbarê rola bajarê Silêmaniyê a netewî û nîştimanperwerî ku bi dirêjahiya dîrokê gelek qurbanî û bac ji bo helwêstên kurdewariyê daye Perwîn Buldan got: Silêmanî di vî warî de mêvandariya aştiyê dike. Ez dibêjim ku ew mêvandariyê dike ji ber ku ev pêvajoya aştiyê bi dawî nebûye û ez bawer dikim ku Silêmanî dê vê rolê bidomîne.

XELAT