Xelata Kurmanca Rola Raperîna Başûrê Kurdistanê Dinirxîne

Parêzer Serhed Ehmed Xan Zêro Beg Herkî ragihand ku, divê hemû kurdekî nîştiman perwer  hestekî xweş hebe beramber destkeftiyên raperîna Kurdistanê û ev azadiya ku gelê Kurdistanê heyî.

Xeleka vê carê ya Xelata Kurmanca ku di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin derbarê (33`emîn salvegera raperîna başûrê Kurdistanê ya sala 1991`an bû ku Parêzer (Serhed Ehmed Xan Zêro Beg Herkî) bû mêvanê vê xelekê.

Di vê derbarê de (Serhed Ehmed Xan Zêro Beg Herkî) got: Salyada raperînê bîranîneke mezine ji bo gelê Kurdistanê, raperîn bûye dîrokeke nû ji gelê Kurdistanê re ku karî li hemberî zulm û zordariya hikûmeta Beesê ya Êraqê serî hilde û bighîje azadiya xwe û Kurd xwe bi xwe hukmê xwe bikin û eve jî şanaziye bo gelê Kurd ku ev 33 salin bi xwe xwe rêve dibe di Êraqeke Federal de.

Mamosta Serhed Ehmed Xan Zêro Beg behsa rola malbata xwe di avakirina Komara Mehabadê de kir û got; bapîrê me (Zêro Beg Herkî) û di gel çendîn kesayetîyên Kurdistana bşaûrê di serdema komara Mehabadê de general bûne, bapîrê min (Zêro Beg) wê demê berpirsê bereya devera Serdeşt ya rojhilatê Kurdistanê bûye.

Ew yek jî aşkira kir ku, Zêro Begê Herkî ji derçûyê kolêja serbazî ya welatên Sovyeta berê bûye bi pileyê general, her weha kesekî nêzîkî pêşewa Qazî Mihemed bûye.

 

XELAT