`Çiyayêd minê` Stran ya Nizamettin Ariç û helbest a Eskerê Boyîk

Hunermendê bi nav û deng Nîzametîn Ariç kilîpa strana `Çiyayêd minê` ji helbesta ronakbîr û roman vinîs û dîrokzan û helbestvanê Kurd (Eskerê Boyik) belav kiriye, stran gelekî xweşe û şêwazê stranê bi dengê Nîzametîn Ariç hêj bedewtir kiriye.

Kurte jiyana "Eskerê Boyîk"

Eskerê Boyîk di 31ê tebaxa sala 1941ê de li gundekî Kurdên Êzdî yȇ navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê.

Piştî temamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ewî xwendina xwe înstîtûta Malhebûna Gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da berdewam kiriye û sala 1966 bi qîmetên here bilind dewî anîye.

Sala 1974a da zanîngeha zanyariyê ya Êkonomîka (aboriya) Malhebûna Gundîtiyê da têza doktorîyê parastîye, navê doktorê aborîyê stendiye. Heta sala 1993 wek serokê pareke wê zanȋngehȇ xebitiye. Tevî karê zaniyariyê ew wusa jî gelek sala Zankoya Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê daye xwendevana. Di warê zaniyarîya aborîya Ermenistanê da xudanê gelek xebatên zanyariyê ye.

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê, sala 1993’an dest ji kar û barê xwe berdide, ji Ermenistanê dertê, diçe Komara Qazaxistanê bajarê Almatê. 3 salan li wî bajarî da dimîne. Li Almatayê tevî çend hevalan kovara KURD (NÛBAR) diweşȋne. Bi alîkarî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo (Kurdên Qazaxistanê) hatîye weşendin. Pașê tê Ewropayê. Li Almanîyayê bi cî dibe. Li wir jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civaknasiyê dimeşîne lê êdî bi temamî di warê wêje, çand, dîroka kurdî û ȇzdȋnasiyȇ da.

Eskerê Boyîk, xudanȇ gelek berevokȇ helbest, ҫȋrok, roman, xebatȇn edebyetzaniyȇ, dȋrokȋyȇ, ȇzdȋnasyȇ ye. Nivȋsarȇ wȋ xȇncȋ kurdȋ wisa jȋ bi zimanȇn Ermenȋ, Rûsȋ, Tirkȋ, Almanȋ, Danîmarkî hatine weșandin.

Helbestên wî yên yekemîn ji salȇ 1960 ȋ ser rûpelên rojnema `Riya Teze` û bi radyoya `Yȇrȇvanȇ` bi zimanê kurdî hatin weşandin. Sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlîn bi navê "Şiverê" li Yêrêvanê hate weşendinê, sala 1975a berevoka helbesta ya duda "Kulîlkên Çîya" hate weşandin. Vê berevokȇ helbestvan ra  nav û deng anȋ, ew wek helbestvanekȋ hizkirȋ çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê  wusa jî ji sînorê wê der welatȇ kurda da hate naskirin. Berevok, ji dervayî sînorê Ermenistanê bi orcînala xwe kurdî û bi wergera zimanê tirkî li Ȋstenbolȇ û Bonȇ hate weşandin.

Eskerê Boyîk, ji sala 1984’an va, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê ye, endemê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PENa Kurd e. Ew devedevî 25 salan sekreterê beşa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala Ȇzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye. Wî di sala 2012’an de di Mala Ȇzdiyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê damezirandiye.

Mala êzdiyan ya bajarê Oldenbûrgê, ku bû navendeke rewşenbîriyê, kurdzaniyê û êzdîzaniyê, keda Dr. Eskerê Boyîk di wî warî de pire. Bi berpirsyarî, însiyatîv û tevlîbûna wî salê bi dehan semîner, konferans û çalakiyên civakî û zanyarî tên lidarxistin. Dîsa li Mala êzdiyan malperên “Dengê êzdiyan” û “Êzdînas “ tên weșendin. Weşena “Dengê êzdiyan” bi dehan pirtûk bi hazirkirin,  berpirsyarî û radaktoriya wî hatine weşandin û niha jî kovara ÊZDÎNAS diweșîne.

Ji alyê Civata Kurdên ewropayê va (sala 2023) hêjayî xelata edebyetî ya Ehmedê Xanî û ji aliyê Yekîtiya nivîskarên Kurdên Sîryayê va xalata helbestvan Qadrî Can bûye (2023).

Heta niha ev berhemên nivȋskar hatin e weșandin:     

  1. Şiverê, helbest, 1966 – Yêrevan, 30 rûpel (Krîlî)
  2. Kulȋlkên çȋya, helbest, 1975 – Yêrevan, 62 rûpel (Krîlî)
  3. Kulȋlkên çȋya, helbest, 1979 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
  4. Sinco keça xwe dide mêr, şano, 1980 – Yêrevan (Krîlî)
  5. Mem û Zȋn, şano, 1989 – Stokoholm, 80 rûpel
  6. Tȋrênc , (di berevoka BAHAR de), helbest,– Yêrevan, 78 rû (Krîlî)
  7. Kûlȋlkên çȋya, helbest, capa duda,1990 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
  8. Li çȋya, kurteçîrok, Yêrevan, 1991; 220 rûpel (Krîlî)
  9. Duaya serê sibê, helbest, Roja Nû, 1997, 79 rûpel
  10. Oda çȋrokan, helbestên zarokan, Roja nû, 1997. 70 rûpel
  11. Kulȋlkên birȋndar, helbest, Stokholm, 1998, 285 rûpel
  12. Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stokholm, 2002, 60 rûpel
  13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004, 139 rûpel
  14. Nûra Elegezê; edebiyatzanî, Dengê êzdiyan, Oldenburg, 2004, 112 rûpel.
  15. Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, 2004, 425 rûpel
  16. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê êzdiyan, Oldenbûrg, 2006; 288 rûpel
  17. Xezeb; roman; beşa duduyan, Weşenên Deng, 2008; 327 rûpel
  18. Ez kilameke melûl im, helbest, Weşenên Deng, 2009; 168 rûpel.
  19. Nûra Elegezê, bi tîpên erebî, Duhok 2011
  20. Bahoz, roman, Avesta 2011, 108 rûpel
  21. Çanda kurdên Sovyetê, lêkolîn, bîranîn, Weşenê DENG, 2012, 560 rûpel
  22. Tolhildan. Berevoka kurteçȋrokan, Weşenên NA 2015, 235 rûpel,
  23. Bi kurtayî dîroka Êzdîyên Ermenistanê, Weşanên J&J, 2015, Amed

24 BAHOZ, roman wegera rûsî, Sant-Pêtêrsbûrg, 2018, 160 rûpel.

  1. Çanda kurdên Sovyetê,(çapa duda) lêkolîn, bîranîn, 2019, 598 rûpel
  2. Evîna Qedexe, roman, weșena NAS, Istambol, 2019, 218

27.Deftera Kurdekȋ Penaber, roman, weșena Sersera. Berlîn 2020

  1. Mirovê Bê Derd, Ҫîrok, Weșena Sersera, Bêrlîn 2020
  2. Bahar, romanok , Weșena Sersera, Bêrlîn 2020
  3. Ji weșena MORÎ bo zaroka, du pirtûkȇ biҫûk, Pȋrȇ û Rovî û Mîrmorîk. Istembol 2020
  4. Ȇzdî û bawariya wan. Lêkolîn, Êzdînasî, Weșanȇn Sȋtab, 2021
  5. Cegerxwin. Evdalê Zeynikê. Edebyetzanî, Weṣenên Na. Îzmîr, 2022, Weṣenên Na. Îzmîr, 2022
  6. Êzdîxana min, helbest. Weṣenên Na. Îzmîr, 2022
  7. Berxudana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza, dîrol, Weṣenên Na. Îzmîr, 2022
  8. Dewrana min, helbest, weṣana tîr-verlag, 2022
  9. Sinco keҫa xwe dide mêr, Şano, Weṣanên DOZ, 2023

Bi rêdaktorî û berpirsyarya wî ev bevevok hatine weșendin:

  1. Şêx Fexirê Adîyan, fîlodof û xasê ola Êzdiyatiyê, Weșenên Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2009
  2. Mêrxasên Êzdîyan /Yezidische Helden/; wergera ji kurmancî bi zimanê Almanî Chaukeddîn Issa, Weșenên Dengê Êzidîyan, oldenburg 2011
  3. Çejnên Êzîdîyan, Weșenên Dengê Êzidîyan, oldenburg 2013, ji alyê Wezîreta Ewqaf û karûbarên ayînî Rêvabirîya giștî ya karûbarên Êzîdîyan va hatîye çapkirin, Kurdistan Hewlêr 2013
  4. Şîxadî; Weșenên Dengê Êzidîyan, oldenburg 2016

Komȇdȋya (SINCO KEҪA XWE DIDE MÊR) ji salên 1980 heta 1990 Têatroya Elegezê ya Kurdî û Têatroya bajarê Tlbîsê ya Kurdî da tim hatine listin. Sala 1995 a  Înstîtûta Kurdî ya Parîzê ew bicûrê vîdoyê weșandȋye u belav kirye.

Pêşnivîsara romana Hecîyê Cindî HEWARÎ- Weşena Roja nu- 1999

                   Pirtûka Wezîrê Eşo-   Parîyê Berdamayî- Hewlêr 2008

                   Ahmed Camlîbêl- Evdalê Zeynikê   -Deng

                  H.Cindî, E.Evdal-Zargotina Kurmanca- Avêsta 2008

  1. Ûsiv. Berevoka Berhema-3   - Yêrêvan 2009

Lêkolȋnên berfire:

              - Fêrîkê Ûsiv 75 (Jîyan û kar)-  Rojnema RÎYA TEZE- Yêrêvan   2009;

              - Şekroyê Xudo (Jîyan û kar)- RÎYA TEZE- Yêrêvan 2010

              - Ezdîtî bawarîya heqîyê, remê û xwedênasîyêyê- Peyama Kurd- 2005 N 8-10;

Gelek salan tevȋ nivîskar Karlênê ÇAÇANÎ, berpirsȋyarȋ almanaxa efrandinên nivîskarên  kurd yê Ermenistanê: BAHAR  kirye.

03.08.2023

Oldênbûrg

Almaniya

Têl. 0049 176 28 093 93 3

e.boyik@web de

Sekoya Kurmancî