Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li Kenedayê bûye firokvan

Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li Kenedayê bûye firokvan

 Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li welatê Kenedayê bûye firokvan û niha li navxweya wî welêtî û Amerîkayê firokvaniyê dike.

Cudî Xelîl, ku li Kenedayê firokvan e, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye: "Ji zarokatiyê ve ez ji bo firînê hewesdar im. Piştî ku em di sala 2016an de koçî Kenedayê kirin, min di sala 2020an de li Kenedayê ji dibistana navîn mezûn bûm, dû re di sala 2021an de ez li Akademiya Firîna Kanadayê hatim qebûlkirin. Min di sala 2023an de lîsansa xwe ya pîlotiyê wergirt, lê ji ber ku zimanê min ê sereke Kurdî bû, ez gelek xebitîm da ku biserkevim û bibim firokvan.

Cudî Xelîl  dibêje: Xewna min a din ew e ku li her çar perçeyên Kurdistanê akademiyek firîna hewayî vekim û balafirgehek bi navê Kurdistan vekim. Ez dixwazim serê malbata xwe û gelê Kurd li cîhanê bilind bikim.

Diyar jî kir û got: Wekî din, ez ji bo mafên koçberên Kurd li Kenedayê dixebitim û dozên wan hêsan dikim.

Cudî Xelîl, di sala 1998an de li gundê Solan ê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2016an de, ji ber şerên berdewam ên li Rojavayê Kurdistanê, ew neçar ma ku bi malbata xwe re penaberî Kenedayê.

Xelat