Helbestvana kurd Şîrîn Ebdo mîvana Jiyana Kurmanca ye

Mîvana xeleka îro 5/5/2025 ya bernama (jiyana Kurmancan), Helbestvana kurd (Şîrîn Ebdo) bû ku bi xwe ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Silêmaniyê tevî malbata xwe dijî.

Helbestvan Şîrîn Ebdo berhemên xwe yên helbestê bi zimanê kurdî tîpên latînî nivîsandine û behsa zehmetiya fêrbûna zimanê kurdî dike di serdema berê ku di bin şert û mercên qedexebûnê de fêrî zimanê şêrîn a kurdî bûye.

Helbestvan behsa jiyana penaberiyê û dûrbûna ji welat jî dike û balê dikşîne ser wê yekê ku dema gihêştiye bajarê Silêmaniyê hest bi xerbiyê nekiriye ku taybetmendiyên Silêmaniyê  û xelkê wê û Efrîna Rojavayê Kurdistanê nêzîk hevbûne.

Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.

 

XELAT