Balyoz destxweşî li stafa Kovara Xelatê kir
Îro serokê Saziya Serok Celal Talebanî balyoz Mihemed Sabir bi hevrêtiya rêvebirê radyoya Dengê Gelê Kurdistan Merîwan Mesûd û şandeya pê re sardana kovara Xelatê ya kurmancî kir.
Şanda mîvan ji aliyê sernûserê kovara Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawud Çîçek ve hat pêşwazîkirin.
Di wê serdanê de, rêvebirê Radyoyê Merîwan Mesûd rola stafa kovara Xelatê gelek bilind nirxand û bi girîng dazanîn. Her weha ji aliyê xwe ve jî, Hozan Efrînî derbarê kar û proje û girîngiya rola kovara Xelatê de zelal kir ku wêneyên li dîwar hatine dervekirin, ronakbîr û rewşenbîrên her çar aliyên Kurdistanê û yên Rûsiye û welatên Qafqasiyayê ne.
Her weha di dawiyê de, Serokê saziya serok Celal Talebanî balyoz Mihemed Sabir jî destxweşî li stafê kir û karû xebatên stafê bi girîng û serkeftî da xuyakirin.


Xelat
