Silêman Demir û "Reşîtê Dengbej"
Silêman Demir û "Reşîtê Dengbej"
Berhemeke Ku Dilê Çanda Devkî

Nivîskar: Nîhat Gultekîn
Nêzîkî du-sê meh berê, ez beşdarî sempozyûmeke li ser komkujiyê li bajarê Silêmaniyê bûm. Wê rojê, ez bi nivîskar Silêman Demir re nas bûm, ku wekî mêvan li wir bû. Hevdîtina me ya yekem bi wî re kurt bû, lê sohbeta me nayê jibîrkirin. Dema ku em çend hevalan tev li ser maseyê rûniştin, bi aramiya wî, guhdarîkirina wî û kûrahiya gotinên wî gelek bala min kişandibû. Ew bi rastî jî zana, rewşenbîr û heman demê de guhdarekî pir baş bû. Her ku sohbet pêşve diçû, pirs pirsan vedikir. Kekê Silêman li ser xebatên minî Komkujiya Geliyê Zîlan bi meraqdarî pirsî, min jî xebatên pirtûk, fîlm û pêşangehên xwe bi dirêjî şîrove kirin. Wî bi baldariyek mezin guhdarî kir, tu gotinên min jî nebirî. Min wê gavê fêm kir, kekê hêja Sileman Demir kesek bû ku nirxa peyvan dizanibû. Ev taybetmendî dîsa ji pirtûka ku min îro xwend bi bîr anî.
Di dawiya axaftina me de, wî behsa çend pirtûkên xwe ji min re kir. Heta yek kitêba xwe wek îmzekirî diyarî da min. Pirtûka wî ya "Reşîdê Dengbêj" li cem min hebû. Min xwendina wê pirtûkê îro qedand û min xwe mecbûr hîs kir ku spasiyek ji dil binivîsim. Zimanê wî bi rastî jî mîna yê dengbejekî ye: sade, kûr û hestyarî. Nivîskar Demîr di vê pirtûkê de rêzgirtinek mezin nîşanî Reşîtê Dengbêj û ji ber vê yekê jî ji bo tevahiya çanda devkî nîşan daye. Wî ne tenê nivîsandiye; wî lêkolîn li ser çanda dengbêjiyê û çanda devkî kiriye.
Dema ku min pirtûk xwend, du tişt herî zêde bandor li min kirin.
Ya yekem, zimanê nivîsandina Silêman Demîr û bandora dengbejan li ser ziman û xebatên wî.
Dema ku ew dinivîse, ew bi rastî jî mîna dengbejekî diaxive. Hevokên wî sade ne, lê wateya wan kûr e. Ew şêwaza îfadeyê ya baldar û dilşewat dema ku min li Silêmaniyê guhdarî dikir dîtîbû. Vê carê di nivîsandina wî de jî min dît. Wî bi xwe di pirtûka xwe de bi eşkereyî nivîsandiye: di bin bandora Dengbêjan de, bi taybetî jî Reşîtê Dengbêj de maye. Ev yek pir eşkere ye; ji ber ku pirtûk mîna vegotineke bîranînê ya devkî diherike ne wekî metneke akademîk.
Ya duyemîn, hesasiyeta wî.
Wekî nivîskarekî ku li Hebîsê gundê Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye û li Swêdê dijî, wî ev mijar pir girîng dîtiye û xwe re kiriye derdekî. Ne tenê ji wê mijarê dûr ve lê nihêriye; di her hatina xwe welat de lêkolîn kiriye, pirs û pirsiyar va çûye li ser gora Reşîtê Dengbej. Wî gora Reşîtê Dengbej ji nû ve çêkiriye, nexşandiye û navê wî bi forma wê ya orîjînal ji nû ve nivîsandiye. Nivîsa "Zurnacı Reşît" ku li wir nivîsîbûn, rast dike. Bi destûra malbatê, kevirê gorê nûjen dike û navê wî yê orîjînal, "Reşîtê Dengbej", li ser dinivîsîne. Heta roja mirina wî ya şaş jî rast dike. Ev ne tenê hesasiyeta lêkolînerekî ye; ew tevgera kesekî ye ku çand, dîrok û bîranîna xwe diparêze ye. Dawiya dawî li ser kelegora wî wiha hatiye nivîsandinê; “Ez Reşît im, şaire dinyê me, her weltekî perçak jê me, niha mêvanê vê gorê me.”
Xwendina berhemên Silêman Demir bê guman min vegerand rabirdûya xwe. Salên berê, dibe ku 15-16 sal berê, dema ku ez li ser dengbêj Kerem li navçeya Bazîdê dixebitîm, ez rastî çîrokeke dişibe wê hatim. Dema ku min li ser jiyana Dengbej Kerem lêkolîn dikir, min gora wî dît, wêran û jibîrkirî bû. Merzel erdê re bibû yek. Dilê min wê gavê giran bû, ez gelek xemgîn bûm. Paşê, min bi malbata wî re axivî, destûr wergirt û gora wî nû va çêkir. Min li ser kelegorê me yî eyan, "Dengbej Kerem Kılıç" nivîsand. Hêvî dikim ez e rojekî wê mijarê binivîsim. Îro dema ku ez li paşerojê dinêrim, ez girîngiya wê gavê hîn zelaltir fam dikim. Ji ber ku, mîna nivîskar Silêman Demir, min jî wê demê ne kevirê gorê, lê abîdeyek dîrokî ava kiriye.
Dîrokeke nivîskî ya civaka me tune ye. Dîroka me dîrokeke ku tê gotin, tê veguhestin û di bîranînê de tê hilgirtin e. Hilgirên vê dîrokê dengbejên cimaeta me ye. Wan dengbêjan ne tenê çîrok digotin; wan bîranîn, êş, şahî û hebûna gelekî hildigirtin.
Pirtûka nivîskar Demîr "Reşîtê Dengbej" di vê wateyê de berhemeke pir hêja ye. Ew ne ji derve, lê ji hundir ve bi dil li çanda me dinêre. Ji ber vê yekê, dema ku min ev pirtûk xwend, min ne tenê çîroka Reşîtê Dengbej, lê di heman demê de dengê jibîrkirî yê gelekî jî bihîst.
Spas ji te re hêja Silêman Demîr. Spasiyeke taybetî ji Weşanên Dozê re. Ji bo nivîsandin û weşandina vê pirtûka xweşik û ji bo parastina dîroka me ya devkî bi awayekî ewqas nazik û zindî hiştina bîranîna me.
09.10.2026
Zeytinburnu- Stenbol


Xelat
