Ka Em Vegerin Efrînê
Helbest: Kubar Hawar
Dûrî Efrînê cihê me nîne
Sîngê konan xwe li me dimîne
Lê bihar xweşiyê bi xwe re tîne
Tev Rojava ji bo me şêrîn e
Efrîn warê bav û kalan dimîne
Ka em vegerin Efrînê
Heşt sal in, rê li pêş girtine!
Çavên bavan xwînê diherkîne
Dayîk bi hesreta wê darê dimîne
Heşt sal in, girtiyên devê bê ne
Ger bimirin, şehîdên wê axê ne
Ka em vegerin Efrînê
Spas Qamişlo, dost û hevalan
Amûdê, Kobanê û tev waran
Li me xwedî bûn wek biran
Li gel wan ji bîr dibûn êşên salan
Me şehîd dan bi hezar û dehan
Were em vegerin Efrînê
Vedigerin, bi wan birînên kûr
Çendî kişandin zehmetî û zor
Kirasê zeytûnê namîne bi reng sor
Spas ji bo Başûr û Bakur
Rojhilat jî ê azad bibe ne dûr
Were em vegerin Efrînê
Hembêzê veke, vedigerin zarok
Li hembêza te keç xwe dibînin bûk
Sibeha bixwînin bilbil û pepûk
Tizbiyên kalan bibêjin wan çîrok
Spas ji bo xwîna şehîdan ey dîrok
Were em vegerin Efrînê
9/3/2026
Xelat
