DÎROKÎ YE EV WELAT
Helbest: Xaylaza Reşîd
Bakûr diçime Başûr
Ji Başûr tême Bakûr
Çiqas xweşe ev welat
Zaxo ra dikişe Xabûr.
Piştî Zaxo Dihoke
Ber ketime ser çoke
Çi şîrine ev welat
Welatê mêrxas loke.
Rê em birin Hewlêre
Min go gelo çi yêre
Dil mezine ev welat
Tev lê mêrxas û şêre.
Jêliva mêzekir kellê
Çi bibînim hela lê
Dîrok kûre ev welat
Têr nake bêjî bellê.
Çayxana wê ye kevnar
Me lê vaxar avek sar
Mêvan hize ev welat
Sûkan da tizbî, karbar.
Bi van hesta têr nake
Derê birîna veneke
Tev buhuşte ev welat
Bi van hesta têr nake.
09.06.2024
XELAT