DERÊ ROJA NÛ VEKİN

DERÊ ROJA NÛ VEKİN
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Ez bêzarê van derdanim
Çavên yar bûn fermanê min
Ez du, sê gulan qayîlim
Hingiv nabe dermanê min
Ez rêwî me! Tim dimeşim
Ez lawê axa Xerzanim
Wele diçim ba keleşan
Ne bêqîmet, ne erzanim
Ez silav nadim bêbextan
Wan dora xezalan girtin
Ez qet rû nadim qeleşan
Wan dora gundê me girtin
Şermandine! Lome neke
Dilê min de kul û derde
Evîna min pir mezin e
Felek pêsîra min berde
Ez barkêşê evînê me
Lo derdo min newestîne
Ev xema min ji derdan e
Mirin bo min rewastine
Simbilekî li ser lastim
Ezmanekî şîn daxwazim
Ez wek axeke kamdarim
Ji welat re roj daxwazim
Ez bêzarê van derdanim
Evîna min zehf dûr maye
Can evîna min biqîre
Hedûra min jî nemaye
Sehên bejî, kesên neyar
Li dinyayê hukum dikin
Evîn ket nav ramana min
Gel derê roja nû vekin
05.09.2023/ İstanbul
Sekoya Kurmancî