Çima Kurd Dêra Extemarê bi navê (Metran Îsa) bilind dinirxînin ?!
Nivîs: Zagros Berwarî
Dîtna dêra Extemarê li bakûrê Kurdistanê êk ji xewnên min bû û li dumahiyê min ev geşte kir. ez û dayka Partîzanî û kurê min Partîzan bûn û em li bajêrê Colemêrgê bûn li mala pêşmergê dêrîn (mam Şolî Muqriya) û dema min heza xwe bo dîtna vê dêrê bo wî gotî: wî berheviya xwe diyarkir û gotî dê digeli we hêm. Me pêkve qesta komelgeha geştûguzariyê û keştiyan kir، lê dema çavên deyka partîzanî b nizmbûn û bilindbûna pêlên avê keftî، ewê retkir vê geştê biket û me vegerande mala (mam Çolî)ve. Jiber ku xudanê komelgehê hevnasê braderê me bû، daşkandin bo me d piliêta keştyê da kir û bo kesên mezin pare werdigirtin û bo zarokan wernedigirtin û bo evên mezn her êkî (50) lîrê turkan ji me wergrt û me (100) lîrê turkî dan، ku dibûne (9) hzar dînarê Îraqî.
Em birêkeftîn û dûratiya wê (25 xulek) bûn ji cihê keştî jê derkeftî. Em geheştîne di nav grava (Dêra Extemar)ê dinavda hatiye avakirin û şufêrê keştiyê ciwamêrî kir û got ( Em çil xuleka normali dimînn، lê bo xatra we em dê demjimêrekê mînin).
Delîveka baş bû û em dê gelek li nav dêrê gerhîn، lê berî em bigehîne di nav (dêrê). dîsan pilêtên çûna jûrve jî me kirîn. pare bo zaroka ji me wernegirtin، lê bo me herdûkan me (50) lîre dan û em b jûr keftîn، di navda hindek kafîteriya û dukan yên drust kirîn û me gelek tişt dîtîn، hindek nîşan û wênên bajêrê Wanê û dêr û cihên geştê û yên dîrokî di navda hebûn. her geştiyarekê bivêt wek bîrhatin van tiştan dikrin û dîsan cîhên bêhnvedanê jî dinav avahyê dêrê da yên heyin û me dem bo lêgeryanê hebû û me dîroka dêrê baştir zanî، ka li ser destê kê hatiye dirust kirin؟ navê klîsê (Dêra Akdemar yê Ezîzê Xaçparêze).
Dîroka wê…
Dêra Extemar (Akdamar) li navbeyna dîroka (915 -921) zayînî، ji aliyê qiralê Ermenî (Vasporakê Êkê)، bi şêwê avakirina manwê le hatiye dirustkirin، li ser Çar reng û nexşeyan hatiye hunîn، ku şêwê xaçê ye. ji navda çend (Gop - Gumbet)ekin û cihên parastinê di navde hene.
Cihekê kûr jî têda ye، xêr û harîkaryên wê dikirine di navde. lê ji derve، wate ji serve wek tabloyan ciwanyeka dayê. ji başûr û rojavayê wê، dû dergehـ diçine dêrê، lê car car ji layê desthelata wê ya olî ve، hindek rîform têda hatîne kirin. careka dî li ser demê، (Zaraşund Şapelî camanus û stephanûs Şapelî)ve hatiye guhertin wek dêra û cihekê pîroz hatiye drustkirin. li sala 1131 zaynî ji wî navî kerye (Manstra)، rûyê derve yê dêrê kiriye helan û ber. li ser wan helan û beran b nokrandinê، pirtûka pîroz (Encîl û Tewrat) li ser hatîne nivêsîn. Gelek cihên dî jî، wênên ajeli û jîndaran û mrovên pîroz hatîne wênekirinê. lê çavên jîndaran înayine derê، çunke wesa dizanî zêr û elmasn. ji navda jî hindek wênên (Meryema yê û Îsayê Mesîh) hatîne nexşandn.
Cihê wê gelek devereka xoş û arame û me delîve dît em çûne di nav golê de، me hindek melevanî û avjienî jî kir، lê piranî av xwê bû û da hizirkey hemû (sabûn)e، lê giyanê me b wê ava tezî û xwêkrî aram bû. lê hêşta me şiya li wê kafîtryayê çayekê vexwin û li ser rûyê erdî jî piranî (Sîvure û Kêvrîşk)ên kûvî hebûn û bi hzaran têhebûn، zarokan dilê xwe b dîtina wan xoştr lêkr û piştre me geşta xwe bo vê dêrê kirî، bo zivrînê jî em (25) xulekên dibin bûn ta em gehştîne peravên hişkatiyê.
Giringiya vê dêrê û navê Metran Îsayî
Li dûv pertûka nivîser (Îsmaîli Badî) ya b navê (Dêra Axtamarê.. çîrok û strana Metran Îsa) ku li sala 2024ê çap bûye، di laperê 65 û 66 da bi vî rengî behsa vê dêrê û Metran Îsayî diket û dibêjît: Seyda M. Xalid Sadînî، nivêskarê kurdê navdar li bajêrê Colemêrgê، nûke li bajêrê (Wan)ê dijît، xudanê weşanxana (Peywend)e. di şevêbêriyên konfransê (Feqiyê Teyran)da li Wanê ya sala 2022ê، dema Îsmaîl Colemêrgî strana metran Îsay bo mêhvana gotî، seydayî kurtîya naveroka çîroka stranê bo amadebûya hosan vegêra: Li salên 1880 - 1885، di wê navbeynê de، waliyê Wanê kîş walî ye، diyar nîne، lê dibît navê wî peyda bibît، diçîte gundekê ermenîyan kiçkekê dibînît، navê wê Meryeme، dezgirtîya camêrekê dî ye، waliyê Wanê lê aşq dibît، dibêjite babê wê bidene min، (Qula Xasî) zêrevanê wî bû، yûz başî ye، navê wî Elî ye. walî dibêjîte Elî here filan kiçkê bo min bîne. Elî diçîte wî gundî، destê kiçkê digrît û dînît.
Bi rêve kiçk (Meryem Xatûn) gelek ya bi aqile، dibêjtê: Elî ezîzo.. ma heke dê min bo walî bey، ew mirovekê pîremêre، bikêr nehatî ye، çarde jinên wî hene، ez dê bime jina pazdê، ma dê bo bime jina wî، ez dê şuy bi te kem، min bo xwe bibe.
Elî dibêjtê: Başe ez te bo xwe bibem، dê çewa stare bîn، em neşên xwe stare bikeyn!
Meryem xatûn dibêjtê: Ya baş ewe، biçîne def metranî xo teslîmî wî bikeyn. heke em teslîm bûn، paşve nazivrîn.
Demê diçine wêrê، Elî Qola Xasî dibêjte metranî، ezbenî me şolekê xelet kiriye، min kiçkeka fele revandî ye، înaye vêrê، ez hatim bême ser dînê felatiyê.
Metran bersivê didet û dibêjtê: Nexêr Elî ez dînê Mihemed betal nakem، şerîeta wî xirab nakem، ez hema li ser dînê Mihemed dê tehslidarî kem، û li te mar kem.
Roja paştir، walî b leşkerê xo ve dihête qeralê û li metranî dikete gazî: Metrano şivêdî min di xewa xo da dîtî ye du kevok hatîne çûne lîsa di hêlîna da، heke tu wan bideye min، ez dê hizar kîsa deme te.
Metran dibêjtê: Nexêr ez nadem.
Waliî dibêjtê: Heke tu Elî her nedey، Meryemê bide، ez dê hizar û hefsed kîsa deme te.
Dîsan dibêjtê: Ez wê jî nadem، ez dînê pêxemberî betal nakem، şerîetê Mihemed xirab nakem، ez bi Îsayê nûranî، ez dê rabim melayekî û du feqiya gazî kem، ewê dê mar kem.
Şer di wê nabeynê de derdikevîtin، em nizanîn ka dawîya wan çi lê hatî ye..!! ev mesele wesa maye!.
Stranbêjên kurd
Ji ber rolê metran Îsayî yê dîrokî، çendîn stranbêjên kurd stran bi vê çîrokê gotîne û navê metran Îsay jî bilind nirxandîne û ji wan stranbêjan jî wekî (stranbêj Hesenê Cizîrî)، stranbêj Yohan Îsraîl، stranbêj Mihemed Arif Cizîrî، stranbêji Îsmaîl Colemêrgî) û eve jibilî wek çîrok û dastan hatiye vegêran.
Xelat/ Kurdistanî Nwê
