Mihemed Şêxo parêzvanê nasnameya Kurdî bû

Mihemed Şêxo parêzvanê nasnameya Kurdî bû

Mihemed Salih Şêxmûs Ehmed, ku wekî Mihemed Şêxo jî tê nasîn, di sala 1948an de li gundê Xecûkê, li başûrê rojavayê Qamîşloyê, ji malbateke cotkar a Kurdperwer ji dayik bûye.

Şêxo ta pola 9`an xwendiye û roja 9ê Adara 1989an de di 41 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke ji nişka ve koça dawî kir û li Qamîşloyê hat veşartin.

Mihemed Şêxo stranbêjekî dengxweş bû ku xwedî dengekî resen bû, û sembola berxwedan û nasnameya nasnameya neteweyî yê kurdî bû li Rojavayê Kurdistanê. Ew ne tenê hunermend bû, lê di heman demê de Pêşmerge û têkoşerekî azadiya gelê xwe bû.

Di sala 1969an de, ew tevlî Komîteya Hunerê ya Kurdî li Beyrûtê bû, ku li wî bajarê zêdetirî du salan ma û bi awayekî zanistî hunerên mûzîkê xwend û di sala 1972an de, ew bû endamê Yekîtiya Hunermendên Lubnanê.

Di sala 1973an de, ew çû Bexdayê û çend berhemên Kurdî di beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê û Televîzyona Kerkukê de tomar kir.

Beha Şêxo, birayê Mihemed Şêxo, ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Birayê min Mihemed Şêxo hunermendekî şoreşger bû. Di sala 1974an de tevlî Şoreşa Îlonê bû û bû Pêşmerge.

Piştî Peymana Cezayîrê ya sala 1975an, ew koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe ji aliyê hikûmeta wê demê yê Êranê ew û ji bo parêzgeha Mazenderanê ya li bakurê Îranê tê sirgûnkirin.

Şêxo li wir bi keçek ji bajarê Sine ya bi navê Nesrîn re hevjîniyê dike û du keçên wî çêbûn ku niha li Swêdê dijîn.

Beha Şêxo weha dibêje: Di sala 1975an de, birayê min Mihemed li Mehabadê du stran tomar kirin, bi navê "Ey Felak" û "Mehabad Kanya Xwîna Şehîdan". Di sala 1983an de, hikûmeta Sûriyeyê lêborînek giştî derxist û birayê min Mihemed vegeriya Qamîşloyê.

Di sala 1987an de, ez û birayê min Mihemed ji aliyê hikûmeta Esed ve heşt rojan hatin girtin û studyoya wî ya tomarkirinê hat desteserkirin û hemû kasetên wî hatin desteserkirin.Li ser ka hunermend Mihemed Şêxo çawa dest bi stranbêjiyê kir,  Beha Şêxo got: Birayê min Mihemed ji zarokatiyê ve bi muzîkê re dildar bû û fêrî lêdana tembûr û bilurê bû. Her çend xwendekarekî pir jîr bû jî, dev ji dibistanê û xwendinê berda.

Wî got: Mihemed Şêxo ji zarokatiyê ve bi muzîkê re dildar bû û fêrî lêdana tembûr û bilûra şivanan bû. Dema ku mala me li gund bû, ew her tim bi tenê bû û guh dida stranên radyoya Yêrêvanê. Ew di dibistanê de jî xwendekarekî jîr bû lê paşê ji ber sedemên cûrbicûr dev ji xwendinê berda.

Beha Şêxo diyar kir ku ew û malbata wî ji sala 1989an vir ve, kar ji bo parastina stran û berheman kirine û got: Ji ber ku birayê min Mihemed ne tenê hunermend bû, belkû di heman demê de çekek bû ji bo parastina ziman û çanda Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Xelat/Kurdistanî Nwê