Li Şaredariya Amedê kursên zimanê kurdî dest pê kirin

Li Şaredariya Amedê kursên zimanê kurdî dest pê kirin

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovîn û Perwerdeyê ya Şaredariya mezin a Amedê, bi mebesta parastina pirdengiyê, zêdekirina dîtbariya zimanên zikmakî li qada giştî û piştgiriya pirrengiya çandî, ji bo karmendên şaredariyê kursên zimên da destpêkirin. Bi kursên ku di çarçoveya polîtîkaya xizmeta pirdengî ya Şaredariya Bajarê Mezin de hatine bicihanîn, tê armanckirin ku newekheviyên bingeh-ziman ên di xizmetên ji bo welatiyan tên pêşkêşkirin de bên kêmkirin û têkiliyeke berfirehtir were avakirin.

Di çarçoveya kursan de ku esas digire nêzîkatiya pirdengî ya di xizmetên şaredariyê de were xurtkirin, perwerdehiya Kurmancî û Zazakî tê dayîn. Bi van perwerdeyan re tê armanckirin ku fermanber bikaribin bi welatiyên ji zimanên cuda re rasterast û bi bandortir têkiliyê deynin û di gihîştina xizmetên giştî de hêsanî were peydakirin.

Bi xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovîn û Perwerdeyê ve tê meşandin, li gel pêşxistina jêhatîbûnên ziman ên karmendên şaredariyê, tê armanckirin ku piştgirî were dayîn ji bo veguhestina zimanan a di navbera nifşan de, parastina mîrateya çandî û xurtkirina modela şaredartîya pirdengî li ser asta sazûmanî.

 Xelat