Semînarek derbarê rola serokê YNKê Bafil Celal Talebanî di aramiya navçeyê de
Îro roja yekşemê 5-4-2026`an li bajarê Silêmaniyê, di Salona Kurdistanî Nwê de, semînarek derbarê rola serokê YNKê (Bafil Celal Talebanî) û serpereştyarê mekteba sekerteretiya serok Mam Celal (Qubad Talebanî) di aramgirtina rewşa heyî li Herêma Kuridstanê, bi taybet piştî ku şer û cengê di navbera Êran û Amerîka û Îsraîlê de bi giranî bêhtir ji du mehan destpêkiriye û heya niha dirêjpêdere, lê deriyên gotûbêjan jî destpêkiriye ku ev şer bi awayekî aştiyane kotayî pê were.
Ev semînar ji aliyê endamê serkirdeyetiya YNKê û berpirsê borda ragihandina YNKê seyda Letîf Nerweyî û bi amadebûna serokê saziya serok Celal Talebanî balyoz Mihemed Sabir û kesayetiyên rewşenbîr û rojnamevan û endamên borda ragiahndinê birêve çû.
Letîf Newrweyî, aşkire kir ku ew raporta ku ji aliyê rojnameya Brêtanî Telegrafê ve li ser rola herdu bira serok Bafil û kak Qubad hatiye nivîsandin û rola wan di aramgirtina Herêma Kurdistanê de, gelek bilind hatiye nirxandin.
Her weha serokê saziya serok Mam Celal balyoz Mihemed Sabir jî nerîna xwe anî ser ziman û got: Serok Bafil Celal Talebanî rastiya rêbaza serok Mam Celal pêktîne û di pêngavên xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûr bigre ji wêrankariyê, dazanîn ku kurd daxwaza şer nake û daxwaza çareseriyê dike û aramî û hêminiyê dike armanca xwe ya sereke.
Semînara han bi beşdarbûna mîvanan ku pirs û nerîn û pêşniyarên cuda cuda arasteya dîwana semînarê kirin bi dawî hat.









Xelat
