Ji bo dîrokê…

Ji bo dîrokê…

Nivîs: Hozan Efrînî

 

Navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistan wek Efrîn ku ji sedî 98 Kurde, Kobanî ji sedî 90 Kurd e, Qamişlo ji sedî 80 kurde û Dêrik jî ji sedî 90 Kurd e, li nav bajarê Helebê nîv Milyon Kurd heye, li tieran û Tilhasilê 50 Hezar û li Devera Babê û Ezazê û Şehbayê jî Kurd hene.

Tê wê wateyê tenê siyaseta bi erebkirin bandora perçekirinê li ser cigrafiya Rojavayê Kurdistan ê kiriye.

Eger em vegerin dîroka berê, navçeyên wek Dêrezûr, Reqa, Heleb, beşek ji Hemayê û Laziqiye û Udlib û heya Cizîrê tev axa Kurdistanê bûn, lê ji ber siyaseta bi erebkirin û zêdebûna zeyandeya Ereban û helandina êl û eşîretên kurdan di nava wan de, îro ew dever û navçe bi yên ereban tên bi navkirin.

Îro ema ku mirov bixweze siyaset bike, nabe rastiyên heyî bi dûr bixe, ji ber ku rastî, tiştekî gelek dîrokî û jiyanî ye. Axa Kurdan li Sûriye heye û jê re tê gotin Rojavayê Kurdistanê, ji bilî wê yekê, kî çi dibêje bila bibêje, ew serbestin û ez jî azadi m ku ji rastiyên dîrokê van rastiyan bînim ser ziman û bikim bi mala dîrokê.

Ji bok u dîroka me a kurdan ku ji aliyê neyaran de hatibû lar kirin, emê îro serrast bikin. Kurdistan heye û bi rêkeftina peymana reştarî a (Sykes-PICOT Agreement) ku di sala 1916`an de hatibû wajokirin û welatê me Kurdistan kiribû bi 4 parçe û bi ser Sûriye, Êraq, Êran û Tirkiyê de dabû dabeş kirin.

Ev peyman, peymana nehîştina gelê kurd bû, nehîştina dîroka dûr û dirêj a împeretoriyên Horî, Mîtanî, Med û Medyayn bû ku jêderên rastiya dîroka kurd û Kuridstanê bûn.

Lê bila bimîne ji dîrokê re ku ev wek qedereke reştarî bi ser rûpelên dîrokê re li dijî kurdan derbas dibe.

Lê ji bîr nekin ku wê Kurdistan ti carî neyê ji bîr kirin û wek diyare ku wê her beşekî wê bibe xwedanê nerîn û gotin û biryara xwe.

Bijî Kurd û Kurdistan

 

Xelat