EW EZIM
(Wênê min 2020-ê salê)
Helbest: Hinara Tajdîn
Bê Welat, bê ax ezim,
Istuxwer, dildax ezim,
Bê bostan û bax ezim
Bê sûc û dilsex ezim.
Bê kofî, kitan ezim,
Bê serdilk, gulav ezim,
Evîndar, evdal ezim
Nizam kuda bibezim ?
Bê nav û nîşan ezim,
Bê Welat, Wetan ezim,
Xwedî şehîdan ezim
Xwelî ser, hêsîr ezim.
Per, bask şikestî ezim,
Bê pişt û kember ezim,
Dilê xweda dikzirim
Lê belê tim bi nazim.
Hevalno, ez bi lezim,
Berbi royê dibezim,
Bê gul, çîçek, bê rezim
Ya dilkovan ew ezim.
Çev şil, hêsir ew ezim,
Dibim behr dihurikim,
Tû demî naxeniqim
Ezê Welat hemêzkim.
Ça dêlegur hêrs ezim,
Bûka reş rûbxêl ezim,
Zend qelepçe ew ezim
Hucra terîda ezim.
Dilorînim ew ezim,
Kuştin, lêdan naxwezim,
Mafê xwe diparêzim
KURDISTANÊ dixwezim.
Xelat
