HELEPÇE
Helbestvan: Seyrana Celad
Min zevt kiribû hêsirên xemgîn,
Ku nerêjim ser axa xwe zengîn,
Dixwast ken, şabûn bida dîyarî,
Hijmekar bama bi dêmê rengîn.
Çûm Silêmanî, paşê Helepçe,
Tofan ruhê min kire qepeçe,
Wek belgefîlm ber çevêm derbas bû,
Ça bêhna jehrê bibû dorpêçe.
Min xwend ser rûyê bendê filitî,
Êş û azarên hê kaw negirtî,
Dilê wan sotî nêrînên melûl,
Digotin dîrok xemên veşartî.
Can, cergê min girt agir û alav,
Vemirî şewqa nûr nedera tav,
Tirê ketim dest lepê şeva reş,
Kizirî giyan hat xar dil hinav.
Rondik hurikîn ser xaka zelûl,
Azadî da wan min nekir tehmûl,
Giryam bo halê civaka bê sûc,
Zerp ketim erdê bûm sisteke çûl.
Pir kûr û şewat hîşt ser min tesîr,
Ça çerçirîne cangoryên hêsîr,
Bê minet anîn qira kardoxan,
Hebûna kurdan tim dikin texsîr.
Rewşa çûyî dît bi cote çevan,
Peritî dilê Seyrana mêvan.
16.03.2026s.
Xelat
