DİKOLİM

DİKOLİM

Helbestvan: Dîlan Maku

 

Ezim bi tev êşê bêdeng,

Dikolim  vê dîroka  reng ,

Difûrî   ji nav  qal û ceng ,

Wek stiranin dengbêjî yê,

Ne  tenê  tu ji min rikî  ,

Hiç qeder min re nefirkî,

Wek tevgera hec-hecokî,

Her wistandin karê min e

Ev barana xêr û heybet,

Her der dikir şam û şohret,

Rîya min de bûz û kudret,

Ya ecêb, lê dem  havîn  e,

Feleka xelkê xweşiyê tê,

Ya min ji zilm hesretê tê

Qurt-qurta dilopê mihbetê,

Dûr  bû j'  hinasa  evîn e

Tevzî li min rê û wergeh,

Hevketin  derî  û dergeh,

Êşandin  ev  canê guneh,

Qet l' nehat sitar û rehm e

 

19,07,2025.

XELAT