Nizanim çima
Helbestvan: Masûd Brûkî
Nizanim çima, vê êvarê
Dilêm ketiye, xema yarê
Dibêjim belkî ji ber vî dilî
Ku, şev li min bûye ronhaî
Wê ez birim nava xeyalan
Ez kirim mîna dilqê kalan
Dêm li ser hev, qermiçand
Kenê di ser sûret miçqand
Por li min, kir berfa belekîya
Li ser ênî û cênîka xemilîya
Pişt li min xûz kir, mîna kala
Geh berêm da, newala, geh pala
Nizane ku barê min tijî êş e
Nava dil û cegeran dikêşê
Bi tîra kevanîyê dil birîndarkir
Dinya ronahî ber çevan tarîkir
Nizanim çima, wisa bi kîne
Derbên dijwar li dilêm tîne.
Hewar dikim, kes hewaram nayê
Ku min rizgarkin, ji vê êş û belayê
Nizanim îdî çi dixwaze, ji vî dilî
Ku min ciwaniya xwe, li ser danî.
XELAT