KURDISTAN RONAHIYA DIL
Helbestvan: Suphîye Bulut
KURDISTAN RONAHIYA DIL
Xweş e navê te, ey Kurdistan,
Wek bihara bi gul, kulîlk, û ciwan.
Di sînga min de tîrêjek e ronahî,
Evîna te, heta ebed di dil de zindî.
Şêrîn e zimanê te, mîna avên çavkanî,
Wek dengê bilûra şivanê evîndar
Her gotin, stêrkek e li ezmanê bê dawî
Pîroz e navê te, di rûpelên dîrokê.
Bilind e doza te, çiya û çem şahid in,
Wek agirê newrozê di dilê min de gur e
Xwîna azadiyê di damaran de diherike,
Kurdistan, evîna me, di ruh de diçirûse.
Ew a min e, axa bi rûmet û bi qedir,
Wek taca zêrîn, e serê me pê bilind e
Kurdistan, dayika me ye
Qet nayê dayîn û nayê parvekirin
Ji bo te, her gav dilê me dişe,
Di bin ala te de, ruhê me bilind diçe.
Ey welatê pîroz, mîrateya bav û bavan,
Navê te ewê her dem li ser zimanê me be
*********************
NAVÊ TE BÛ
Min di xewna xwe de
Bi pênûseke zêrín
Helbestek dinivîsand
Ji serî heta binî
Tenê navek hebû
Ew navê şêrîn navê te bû
Kurdistana min
Bi evîna doza te
Di nav zozanên te de digeryam
Tu baxçeyeke bihuştê bû
Her pel û kulîlkên te şewq didan
Di her gavê min de
Tu ronahiya rêya min bû
Kurdistana min
Bi dengê çemên te
Bi bayê te yê şepal û hênik
Di şevên tarî de
Bi hêza navê te
Şiyar dibûm ji xewa şêrîn
Tu ne tenê xewn bû tu rastî bû
Kurdistana min
Xelat
