Li Wanê Şevbêrka 'Çîrokên Muzîkal' hat lidarxistin

Li Wanê Şevbêrka 'Çîrokên Muzîkal' hat lidarxistin

Çalakiya Çîrokên Muzîkal li bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê hat lidar xistin, şevbêrk ji aliyê welatiyan ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Ji bo çanda çîrok û dengbêjiyê zindî bimîne, bi amadebûna Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û hêjmarek mezin ji welatiyan, çalakiya "Çîrokên Muzîkal" li Qada Bajêr hat lidarxistin

Di çalakiyê de Çîrokbêj Ayhan Erkmen, Dengbêj Hediye Kalkan û Kerîmê Jîrkî derketin ser dikê. "Çîrokên Muzîkal" ku ji aliyê Erkmen ve hat amadekirin û sehnekirin.

Ji aliyê xwe ve Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê (Neslîhan Şedal) axivî û got, piştî 8 salan dîroka zimanê kurdî li kolanên Wanê deng vedide.

Hevşaredar (Ebdullah Zeydan) jî got: Bûyerên bi vî rengî nîşan didin ku ziman û çanda me çiqasî dewlemend e.

Di dawiya çalakiyê de Hevserokên Giştî ya Şaredariya Wanê, ji ber beşdarbûna hunermend Ayhan Erkmen, Dengbêj Hediye Kalkan û Kerîmê Jîrkî spasiyên xwe pêşkêş kirin û plaket dan.

XELAT/Malpera Şaredariya Wanê