ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE ..
ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (8)
Nivîskar û Zimanzan: Deham Ebdulfettah
Zayend di Raweya " Birazê"û " Xwarzê"de …?!
Li gelek herêm û navçeyên Kurdistanê ev her dû bêje "birazê"û "xwarzê"bi wateya zarokên bira û xwehê , yên nêr û mê bikar tên , bêyî ku çi nîşandeka navên nêrza yan mêza bigihêje wan . Zayenda wan her dû navan ji pêvajoya qissekirinê tê nasîn . Derbarî darêj û zayenda bêjeyên "birazê"û "xwarzê"pirr caran ev pirs raberî me tê :
Gelo çawa her dû zayend (nêr û mê) , wekî hev bi vê raweyê (birazê , xwarzê) hatine … .?!Darêja " birazê , xwarzê"di raweya verêsê (tewangê) de ye , wekî ku em bibêjin:
- Birazê pirtûk xwendiye
-Xwarzê name nivîsiye
-Ev mala xwarzê ye
-Ez birazê û xwarzê perwerde dikim
-Min silav li birazê kir
-Te pênûs daye xwarzê
-… .
Li hin herêman raweya "verêsê"bi şêweyê "birazî"û "xwarzî"jî tê bihîstin
Ew her dû şêwazên verêsê (tewangê) jî , ji binesaziya raweya wan a xwerû (bê zêdebûn) û resen ku "biraza , xwarza"ye[1] hatiye der . Binesaziya van her dû gotinên lêkdayî jî , li gora dahûrîna wan ev e :
-Biraza : Bira + za (kesên ku ji birayan zêde bûn)
( kurên bira , keçên bira)
- Xwarza : xwar+za( kesên ku ji xwehan zêde bûn)
( kur û keçên xwehan)
Di zimanê me de gelek navên lêkdayê bi vî şêwazî pêk hatine , wek " mîrza , amoza , şareza , nêrza , mêza . . ."
Wek , wan jî , bi zêdebûna tîpa (d) : "Behzad , Şehrezad , Ş .rzad , perîzad , begzad . . ."
Aloziya vê mijarê ew e ku navên nêrza û mêza di raweya verêsê de wekî hev tên xebitandin , bêyî ku çi nîşandekên nêrînî yan mêyînî bigihêje wan , da ku wan ji hev cuda bikin . Anku her dû zayend j , bi forma "biraz . , xwarz ."bikar t .n .
Em dizanin ku navên yekjimarên nêrza û yên yekjimarên mêza ne wekî hev dikevin raweya verêsê .
Vêca ku ev teşeya (forma) rût û resen "biraza , xwarza"ji bo navê nêrza û mêza be , ka çawa verêsa her dû zayendan (nêr , mê) wekî hev bi yek raweyê "birazê , xwarzê"hatiye?!
a- Verêsa Navên Nêrza :
Verêsa navên nêrzayên yekjimar , li gora binesaziya wan , bi dû şêwazan dikevin raweya verêsê :
1- Nîşandeka verêsê "î"digihêje dawiya navên berverês , wek :
-Gund : Ez ji gund , (gund) têm
-Aş : Dengê aşî (aş) bilind e
-Hesp : Tu vî hespî dibînî ?!
2- Eger tîpek ji tîpên navê berverês dengdêra (a)[2] be , di verêsê de ew tîpa (a) dibe (ê) , wek
- Agir : Xwe nêzî êgir neke !
- Bajar : Ez çûm bajêr
- Çiya : Pezê me li çiyê ye
- …
V .ca ku nav .n "biraza"û "xwarza"jî nêrzayên yekjimar bin , anku bi wateya kurrên bira û xwehê bin , gerek ew jî , li gora wê rêpîvana jorînî bikevin ber rêzika verêsê , anku "a"ya wan jî bibe (ê) , wek :
- Biraza : Ez ji mala birazê têm
- Xwarza : Ez diçim mala xwarzê
Helbet durist e jî ku em , li gora benda yekê , nîşandeka verêsa navên nêrzayên yekjimar (î) bi ser wan ve berdin , wek[3] :
- Biraza : Ez ji mala birazay ,[4] têm
- Xwarza : Ez diçim mala xwarzayî
Lê ji ber ku raweya "birazê , xwarzê"ji ya "birazayî , xwarzayî"siviktir e , ev rawe pirtir bikar hatiye . Bi kurtî , raweya navên (birazê) û " xwarzê"ku bi wateya kurrê bira û xwehê ne , verêsa ji navên "biraza"û "xwarza"hatiye .
b-Verêsa Navên Mêza :
Navên mêzayên yekjimar bi zêdekirina nîşandeka (ê) dikevin raweya verêsê . Anku ,(ê) digihêje navên mêzayên berverês , wek :
-Dar : Ez darê avdidim
-Gul : Rengê gulê sor e
Navên "biraza"û "xwarza"jî , eger bi wateya keça bira û ya xwehlê bin , ew jî , wek wan her dû nav ên mînakên jor în dikevin raweya verêsê :
- Biraza : Biraza + ê = biraza- y-ê = birazayê
- Xwarza : Xwarza+ê =xwarza-y-ê =xwarzayê
Diyar e ku bilêvkirina (birazayê , xwarzayê) hinekî giran e . Vêca ji ber ku dû tîpên dengdêr "a+ê"di (biraza+ê , xwarza + ê) de giranîyekê didin zimên , tîpa(a)ji wan her dû navan tê avêtin :
-Biraza + ê = biraz . . . . = birazê
-Xwarza + ê = xwarz . . . . = xwarzê
Li vê gorê , raweya (birazê û xwarzê) dibe verêsa navên mêzayên yekjimar ku ji navên rast û rût ,(biraza) û (xwarza) pêk hatiye .
Li dûmahiya mijarê , em dikarin , bi kurt , dûbare bikin , ku raweya navên "birazê"û "xwarzê"verêsa her dû zayendên nêr û mê ye , ji reseniya raweya rast û rût "biraza"û "xwarza"saz bûye .
Zayenda vê raweya rast û rût "biraza , xwarza"bi alîkariya veqetandekên palvedanê (ê ,a) bi hêsanî tê nasîn , wek :
Biraza : - Birazayê min (kurrê birayê min)
- Birazaya min (keça birayê min)
Xwarza : - Xwarzayê min (kurrê xwîşka min)
- Xwarzaya min (keça xwîşka min)
Li wê gorê navên (mîrza û şareza . .) jî tê gotin :
Mîrza : - Mîrzayê me (kurrê mîrê me)
- Mîrzaya me (keça mîrê me)
Şareza : - Şarezayê me (hevalê me yê şareza)[5]
- Şarezaya me (hevala me ya şareza)
Lê di nav gel de (li gelek herêman) bi vî şêweyê sivikbûyî tê bihîstin :
- Biraziyê minî Biraziya min
- Xwraziyê minî Xwarziya min
*****
Têbînî :
Me berî nuha jî gotibû , eger tîpek ji binesaziya navê nêrzayê yekjimar dengdêra (a) yan (e) be , bi şêweyekî ji van her dû şêweyan dikeve raweya verêsê :
1- Tîpa (a) yan (e) , dibe (ê) , wek (Çiya , Pez) :
- Ez pêz dibim çiyê
2- Nîşandeka verêsê (î) digihêje dawiya navê berverês :
- Ez pezî dibim çiyayî .
Lê ku yek ji van cînavên nîşandanê (vî ,wî) li pêş wan navan bikar bê , hingê pêwîst e ku ew navên berverês wekî xwe bimînin , tenê nîşandeka verêsê (î) bigihêje wan , wek:
- Ez ê vî pezî bibim wî çiyayî
- Vî agirî ji ber vî bayî bibin
- Ez vî ardî ji wî aşî tênim
Anku , ne durist e ku tîpên (a) û (e) di wan navan de ,bi cînavên nîşandan re , bibin (ê) .
------------------
[1] - Xwar + za : peyva "xwar" ji "xwaher" a ku nuha di Farisî de bikar tê hatiye.
[2] - Li hin herêmantîpa (e) jî dibe (ê), wek : ( pez, rez, : Ez ê pêz bibim nêzî rêz) .
[3] - Ne durist e ku em her dûşêwazên verêsê bi hev re bixebitînin, wek : (Aş : Ez çûm êşî). Ya rast gerek bê gotin : Ez çûm (êş) yan jî (aşî).
[4]-Li hin herêman tîpa navbirra dengan "y" nakeve navbera her dû dengdêran "a,î" wek (biraza -y-î), li şûna wê dengdêra "a" tê avêtin wek (biraz…î = birazî, xwarzî).
[5]- şarezayê me : Zîrekê Ji şarê (bajarê ) me
Xelat
