Peyama Mekteba Siyasî ji bo Roja Şehîdan ya YNK`ê

Peyama Mekteba Siyasî ji bo Roja Şehîdan ya YNK`ê

(21/11) Roja Şehîdên YNK`ê şahîdiya YNK`ê ye li ser xebata bênavber ya gelê me ye di rêya maf û çarenivîsê de.

Roja rêbaza (Kêm Bijî û Mêrxas Bijî) ye ku pêşengên şehadetê; Xalê Şihab, Cefer û Enwer mohra yekîtîbûna xwe lê dane û di vê karwana dûr û dirêj de serkirde, fermande, pêşmergeyên qehreman yên sengera berxwedanê li çiyayên serbilind, têkoşerên zîndanan û rêxistinên veşartî yên şoreşa nû û şehîdên raperîn û rizgarî û nehêştina tîrorê û rawestina li dijî stemkariya dujmin bi rihekî fedekarî nîşandan û bi xwîna bûne şehîd û bûne şahidên destanên dûr û dirêj.

Ji wê rojê û vir ve di salnameya têkoşîna gelê me ya nêzî pênc dehsalan de rojek û salek nîne ku YNK’ê şehîd û xelata azadiyê ya bi kulîlkên sor ên fedaî tevlîhev nekiriye. Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê hizba şehîdane, lê belê şehîdxwaz nîne, şehîd perwere, jiyandost û pêşerojxwaze lê eger ji bo kurdayetiyê û rizgarî û demokrasiyê xwîn pêwîst bike qet dudil nabe, belku bijardeya yekem têkoşîna bê westan a siyasî û şaristanî û demokrasiye ye, lê ji bilî rizgariya Kurdistanê tiştekî nabîne.

Di vê roja pîroz de têkoşîna xwe ya serketinê û soz û wefadariya xwe ya ji bo rêya şehîdan didomîne. Her weha pabende bi bîranînên şehîdan yên şêrîn ku ew jî kesûkarên şehîdanin, dupat dike.

Silav li rewanê pakê şehîdên YNK`ê û Şoreşa Nû û hemû şehîdên Kurdistanê

Rewanê Serokê Nemir Serok Mam Celal her şad û asûde be.

Mekteba Siyasî

Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê

XELAT