Keçeke Êzdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye rizgar kirin

Keçeke Êzdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye rizgar kirin

Keçeke Êzdî ku ji sala 2014`an ve di dema dagirkirina Şengalê de ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hatibû revandin vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê hatiye rizgar kirin.

Keça Êzdî ya rizgarkirî navê xwe (Firyal Xizir)e û ji aliyê Yekîneyên Parastinê Jinê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye rizgar kirinê.

Dema (Firyal) li Şengalê hatibûn revandin temenê wê 12 sal bûn û li gel keç û jinên din ji bo Sûriyeyê hatibûn veguhastinê û kirîn û frotin bi wan dihate kirin her çend temenê wê biçûk bû jî.

Bi gotina keça rizgarkirî (Firyal Xizir), ew pênc caran hatiye kirîn û frotinê û heya niha jî çarenivîsa kesûkarên wê nayên zanîn ku hîna di jiyanê de mane yan bi destê terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê.

Jêder: Kurdistanî Nwê

Xelat