Tîma Topa Rojava bû endamê CONIFA

Tîma Topa Rojava bû endamê CONIFA

Piştî hewildan û kar û xebatên serkeftî yên Tîma Topa Pê ya Rojava li Ewropayê, êdî bi fermî wek endamê CONIFAyê hat pejirandin.

Hêjayî gotinê ye (CONIFA) Yekîtiya Konfedrasyona Topa Pê ya Serbixwe li Cîhanê yên ku li derveyî sîstema FÎFA`yê şampiyûnan lidar dixê ye.

Bi vê biryarê tîma topa pê a Rojavayê Kurdistanê dikare di hemû şampyûnên CONIFA de beşdar be. Het dikare beşdarî şampiyûna cîhanî yên herêman bibe li kêleka hemû tîmên li ser astê cîhanê.

Eve jî gaveke dîrokî ye berv nûnertiyeke werzişî ya rasteqîne bo gelê kurd li ser astê navnetewî û xortkirina nasnameya kurdî di şampiyûnên werzişî ên navdewletî de.

Xelat