Encumena Penaberan pêşwazî li şanda Rêveberiya Xweser kir
Îro pêncşem 16/10/2025 li bajarê Silêmaniyê, şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê serdana nûsîngeha Encumena Penaberên Kurd ya Rojava- Sûriyeyê kir.
Şanda Rêveberiya Xweser ku pêkhatibûn ji Mihemed Ala nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêmê û Fethula Huseynî endamê desteya nûnertiyê, ji aliyê serokê Encumena Penaberên Rojava (Hozan Efrînî) û endamên rêveberiya encumenê ve hatin pêşwazî kirin.
Di wê hevdîtinê de rewşa penaberên kurd ên Rojava û her weha rewşa xwendekarên Rojava li herêmê, her weha rewşa giştî ya gelê me yê Rojava li hundir û derveyî Sûriyê hat gotûbêj kirin.

Xelat
