Dozîn Dîkal, dengek karîger ji bo gihandina peyama neteweyî ya Kurd

Dozîn Dîkal, dengek karîger ji bo gihandina peyama neteweyî ya Kurd

Jina rojnamevan û çalakvana mafên mirovan a Kurd a Êzdî (Dozîn Dîkal) , bûye dengek bi bandor di gihandina peyama neteweyî ya Kurd û qurbaniyên jenosîda Êzidiyan bo civaka navneteweyî.

Rola wê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya li Almanya de mînakek girîng a hewldanên wê yên şexsî bûne. Dîkal ji bo xizmeta doza rewa ya Kurd û nasandina pêşketinên nû yên doza Kurd, çendîn hevpeyvîn digel medya û rêberên cîhanê kirin.

Dozîn Dîkal, rojnamevan û derhênera belgefîlma li ser tawanên şer li Almanya, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re li ser hewldan û hevpeyvînên xwe yên di konferansê de axivî û got: Bêgoman Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê gavek nû û girîng bû, nemaze ji bo doza Kurd û ji bo gihandina peyama neteweyî ya gelê Kurd bo rêberên cîhanê. Cara yekemîne jî ku, şandeyek Kurd ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bibe, ku deriyek nû ji bo doza Kurd li cîhanê, nemaze ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, vekir.

Dîkal amaje bi wê yekê jî kir û got: "derbarê çarenivîsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê de min bi Senator Lindsay Graham re axivîm. Min jê re got we çawa weku Amerîka we pişta xwe da kurdên li Rojavayê Kurdistanê" wî jî weha bersiv da û got. Kurd heval û dostên me ne û me pêkve şerê rêxistina terorîstî ya DAIŞê kir û em qwebûl nakîn çi kesek destdirêjiyê bike ser wan, Wî dubare kir û got: Di Sûriyeya nû de, divê mafên Kurdan werin giftûgo kirin û ji kuştin û qirkirinê werin parastin.

Jina Rojnamevan a kurd Dozîn Dîkal her wiha got: Vexwendina şandeya Rojavayê Kurdistanê li ser daxwaza hikûmeta Almanya û rêvebirên Konferansa Munchenê bû. Rola min ew bû ku ez peyama Kurdan bigihînim serokên cîhanê. Cihê kêfxweşiyêye ku Kurd bi awayekî yekgirtî beşdarî Konferansa Munchenê bûn û peyama gelê Kurd gihandin cîhanê.

Hêjayî amajeyê ye, (Dozîn Dîkal) di sala 1978an de li Hannovera Almanya ji dayik bûye. Ew keçek Kurd a Êzidî ye ji bajarê Amed ya Bakurê Kurdistanê ye, ew niha endamek çalak a Partiya Demokrat a Xiristiyan a Almanya ye û berdewam li navendên biryarê, mîna Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kar dike, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan û parastina mafên jinan.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê