Raperîna 12 Adarê û Mafên Rewa yên Gelê Kurd

Bernama Xelata Kurmanca derbarê 20`emîn salvegera Serhildana 12`ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê bû ku ji bajarê Qamişlo çirûska wê destpê kir.

Nivîskar û Şahidê Raperîna Rojavayê Kurdistanê (Royar Tirbespî) bû mêvanê Bernama (Xelata Kurmanca) ku Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin.

Nivîskar û Helbestvan (Royar Tirbespî) ku li bajarê Şamê beşdarî di raperîna 12 adara 2004`an de kiribû, ji (Xelata Kurmanca) re ragihand: Serhildana 12 adarê ya sala 2004`an li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belav bû. Serhildana 12`yê adarê ji encama destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bû ku piştî ruxana rejîma xwînxar ya Bees ya Êraqê û destkeftiyên Kurdan hate encamdan, ku bibû cihê kêfxweşiya gelê Kurd li Rojava, di heman demê de bibû cihê aciziya erebên şofînîst û ew kîn û nefreta wan erebên faşîst di dema lîstika tîma fotbolê ya Dêrazorê û tîma Qamişlo teqiya.

Mamosta Royar Tirbespî diyar kir û got jî; komkujiya 12`ê adarê ya sala 2004`an ji hêla rêjimê ve hatibû plankirin û hate encamdan û gelê Kurd li hemberî wê komkujiya serî hildan û raperînê destpê kir ku çirûska wê li bajarê Qamişlo destpê kir û li Efrîn û Kobanê û hemû bajar û bajarokên Rojava belav bû heta gihêşte Şamê û Helebê.

Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 42 welatiyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha zêdetirî 3 hezar kes ji welatiyên sivîl ên kurd hatin desteser kirin û girtin.

 

XELAT