Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de -4

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de -4

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de -4

Mam Celal behsa bîranînên qonaxa xwendinê dike

Xeleka/4

Amadekirin: Rêbwar Star

Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.

Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye  û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.

Pirs: Eger bê bîra te tu mamostayekî di yekê qonaxa seretayî ya xwendinê de li te dabe?

Bersiva Mam Celal:

Belê, erê wela mamostayekî me hebû navê xwe (Hena Fendî) bû, peyakî baş jî bû, lê belê bû qireqira min û wî li ser siyasetê, du dar li min xistin, em ketin girevê li dibîstanê wî jî bangî min kir û got; were were destê xwe veke û du dar li min xistin, mamostayekî min yê din jî zilehek li min da navê xwe (Mihemed Tofîq Wurdî) bû mamostayê me bû û nayê bîra min li ser çi ew zileh li min xist û piştre ez xeydîm û neçûme dibîstanê, cîranê me bû, hate dûv min û gote min; min nizanî û herdu rûyên min maç kirin û destê min girt û ez birim dibîstanê.

 

Pirs: Belê Mam can, te di axaftinên xwe de behsa wê yekê kir ku te helbestên nîştîmanî çêdikirin, li malê kê tu fêr dikir?

Bersiva Mam Celal:

Pismamekî min heye navê xwe (kake Sûre) ye, him quranê û him jî helbest ezber kiribûn, diyare ji bilî helbestên nîştimanî wî helbestên ku pesna eşîreta Talebanî dikirin ezber dikirin. Çûnkî jiber ku em ji binemala Talebanî bûn li Koye, herweha helbestên Hacî Qadir û Şêx Riza bi me dida ezber kirin. Zelamek hebû cîranê me bû, piştre şehîd bû, bandora wî hebû li ser şepêla jiyana min û navê wî (Hacî Efendî) bû (Hacî Ebdulbaqî) di zemanê wan Kesan de bû ku Ze`îm Sidîq ew bi zindî binax kirin di (10)ê Hezîrana 1963`an de ew jî cîranê me bû, gelekî jîr bû.

Ew Hacî Efendî ye zelamekî rewşenbîr bû, Pêşverû bû, weku cîran em têkilî hevbûn, bandora wî jî gelekî li ser min hebû û wî ez fêrî helbestên nîştimanî dikirim. Ji bilî mamostayên min jî yanî Hacî Efendî weku yek ji binemala me dihate hesibandin digel kake Sûre pêkve ez fêrî helbest û wêjeyê dikirim.

Pirs: Mam can, dema zaroktiya te de te pere çawa komdikirin?

Bersiva Mam Celal:

Newele, min her car ku perê xwe werdigirt zêdetir min dide bi kirîna pirtûk û kovaran, wek nimûne min pê Gelawêj dikrî. Di pêncê seretayî de jî min rojnameya (Al-Ahalî) abonetî kiribû ji bo wê pereyê min hemû ji bo kovar û tiştên weha bûn, pirtûkxaneyekî min jî hebû. Du pirtûkxaneyên din jî hebûn yek ji wan pirtûkxaneya (Koysinceq) ku ya komonîstan bû, ewê din jî pirtûkxaneya Hacî Qadirî Koyî bû ew jî ya partiyan (PDK) bû. Cara yekemîn ez aboneyê pirtûkxaneya Koysinceqê bûm, min aboneya xwe (100) filis dida wê demê. Piştre ez li wir têkçûm, mamostayekî me yê komonîst hebû navê wî kak (Fatîh) bû, Fatîh Resûl.

Ew Fatîh Resûl e baxçeyek ji me re çê kiribû, bi bîr û baweriya komonîstî em perwerde dikirin, rojekê min jê pirsî (Kurd Netewe ye yan netewe nîne?) got: Nexêr Kurd ne netewe ye. diyare eger kurd ne netewe wê demê mafê xwe yê çarenivîsê nîne, li ser wê yekê em têkçûn, min dev jê berda û êdî min ji pirtûkxaneya Koysinceqê xwe guhaste pirtûkxaneya (Hacî Qadirî Koyî), em bêjin bo xeta Partî (PDK) min pere li wan tiştan xerc dikirin.

 

Dewamî heye……

Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek

 XELAT