Serokkomar: Mam Celal bi mamoste û rêberê xwe dizanim

Serokkomar: Mam Celal bi mamoste û rêberê xwe dizanim

Serokkomarê Êraqê Nizar Amêdî li ser mezarê rewanşad Mam Celal Talebanî got: "Eger em li ser rêya ku Serok Mam Celal ji bo me daniye bişopînin, em ê ber bi aqareke baş gav bavêjin. "

Serokkomarê Êraqê Nizar Amêdî piştî ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî gihîşt bajarê Silêmaniyê, serdana mezarê rewanşad Serok Mam Celal kir û weha axivî û got: "Tevahiya jiyana min ligel Serok Mam Celal bûye. Mam Celal rêberekî mezin yê Êraqê bû. Ez wî bi mamoste û rêberê xwe dizanim û ew rêbaza ku Mam Celal li Êraqê dariştibû, rêbazeke ku nayê jibîr kirin û li Kurdistan, Êraq û tevahiya cîhanê deng vedaye."

Serokomar got jî: "Mam Celal rêyek ji bo me daniye ku eger em wê bişopînin, em ê ber bi aqarekî baş ve gav bavêjin,  giyanê Mam Celal her zindî ye û her tim bi me re ye".

Xelat