ENFAL
Helbest: Suphîye Bulut
Enfal hat ji xezeba dagirkerên Kurdistanê
Wekî mirineke reş a bi plan
Tune bikin kurdan ji kokê ve bişikînin.
Mêr û xort ji malbatan hatin veqetandin
ji heft salî heta heftê salî
Ev ne tenê kuştina mêran bû
Ev tunekirina gelên kurd bû
Tunekirina siberojê bû
Dijmin dixwest ku piştî kuştina mêran
Ji jinên kurd zarok çênebin nifûs bi dawî bibe.
Lê nizanibûn ku di dilê jinên kurd de
Hêza nifşên nû veşartî ye.
Ji wê xwînê gulên sor derketin
Ji wê êşê stranên nû çêbûn
Ji wê windabûnê hêvî derket holê.
Em mîna darên ku agir lê ketibe
Ji bin axê dîsa şîn bûn.
Jinên me zarok anîn dinyayê
Tevlî êşa xwe tevlî bîranîna xwe.
Dibêjin em kurd in em ji Enfalê derbas bûne
Enfal tu nebûyî dawiya me.
Tu bûyî şahidê wê rastiyê ku kurd nikare were tunekirin.
Tu bûyî birîna herî kûr di dîroka me de
Lê ji wê birînê jî hêza me ya herî mezin derdikeve.
Em ê tu carî ji zilmê re serî netewînin
Xelat
