EZ BI WÊ EŞQ Û EVÎNÊ
Helbestvan: Ebdurrahîm İnanç (Behmûrî)
EZ BI WÊ EŞQ Û EVÎNÊ
P: /-// / - // /-// /-/
Ez bi eşq û hem evîn im zerhumîm mîna bihê
Ez mudam şîn û girîn im dengê min kes nabihê
Bê qerar ber ba dimînim herwekî selwa sehê
Bê murad û dûr dimînim ez ji xan û bargehê
Qalibek bê can bizan min hem tu yî rûh û rewan
Bê meded mam ez di destê nakesan min daye can
Eşq û vîna wê dikuştim pîremerd im ey ciwan
Ma ne bes cewra didî min mahîtaba çardehê!
Min ji dil kûvan hezar in sirrê pinhan dane der
Lew tenê ez bêwisal im bûme wêran derbeder
Bendewar mam ez li ber der bê enîs tevlî keder
Teşneleb min can ji dest da d’germiya vê tîrmehê
Bes bi min rencê bikin hûn ey hebîba çav xezal
Pirsiyara min qe nakî zalimê ka çî ye hal
Ez bi wan zulfan bi qeyd im va dibûrin mah û sal
Lew ji min ax û enîn tên bêvebir Şahînşehê!
“Leyte na ” ey dilbera min! cilweyek bûba nesîb
“ Ma lena” ey enwera min! hûn ji bo min bîn tebîb
“ Heb lena “ kûfizera min bes bihêlin muzderîb
Ger bidî destê wisalê “ Behmurî ” tê pazdehê
22/12/2024
ENQERE
XELAT