Ji Dilşa Yûsûf du helbestên taybet ji bo Xelatê
Helbest: Dilşa Yûsûf
Sîbera Lîlozê
Ew dema ku lîlozan
li kenarê dilê min,
bi şermokî
serê xwe ji tîrojkên rojê re ditewandin.
Pêjna te,
babelîskên gulgulî radikir
di biyabanên min
yên kovî de.
Çavên te du kaniyên avzêm yên Zagros ê ne,
Dê heta û heta
giyanê min yê tî avrêj bikin.
------------
Sosina dawî
Di xewna min de,
tu sosina bi tenê mayî bû ji payizekê.
Te bi ba û tarozan re
duberkî dikir.
Te ji bîr xwe ve dibir
ku demsala te buhurî ye.
XELAT