BAQÊ GULİYA

BAQÊ GULİYA

Helbest: Dîlan Makû

 

BAQÊ GULİYA

Diçrûse baqê gulîya,

Bû hevî l' dinê  alîya,

Banga jin jiyan azadî,

Dilnexaz li ber tefîya ,

Vedihûnim cot gulîya,

Di ser banê  û xanî ya,

Li nav nexşa vê cîhanê,

Dinvîsim navê medîya,

Girêdidim  hûr  gulîya ,

Ser zinara nav  gelîya,

Em bîr nakin li vê dozë,

Kes neke gazin û gilîya,

Herîrin  têlê   gulîya ,

Mîna  awirê  horîya ,

Wekî şûrê li serdemê,

Dikuje   çetê   romîya ,

Hêne dikim bisk guliya,

Şemalek bi rengê  çîya,

Bin pê dikim şerê hova ,

Guh   nedine   gelacîya ,

Weki  baxê  li  buhêştê ,

Bêhna por jîyanê xweştê,

Xêrnexaz li xelas nabe ,

Mina   pira   silawetê,

 

20.02.2026.

Xelat