DEM: Serokê YNKê hîşt ku hevpeyman piştevaniya Rojava bikin

DEM: Serokê YNKê hîşt ku hevpeyman piştevaniya Rojava bikin

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) rola Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî di piştevabniya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand.

Şandeke bilind a (DEM Partî) bi serokatiya Berpirsa peywendiyên Giştî ya DEMê Êbru Gûnay serdana pêwendiyên Kurdistanî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) kir û ji aliyê Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî Salar Serhed Xelîfe Yûnis ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de gavên ji bo vegerandina aramiyê li Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê hatin gotûbêj kirin. Ebrû Gûnay got; Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî di rojên tengane de û dorpêçan de xwedî li gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derket û peywendiyên xwe bikaranîn û piştevaniya welatên hevpeyman bidest xis.

Amaje bi wê yekê jî kir ku rola rewanşad Serok Mam Celal û YNKê di serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê gelekî berçav bûye û ew rol bi dîrokî û biriqî dimîne.  

Di heman demê de, Salar Serhed got: "YNK piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd li Rojava wekî erkê xwe yê neteweyî dibîne. Diyar jî kir ku; Serok Bafil di destpêka êrîşên hikûmeta Şamê yên li ser herêmên xweser de bang li Amerîkayê kir ku piştgiriyê bidin Rojava da ku sivîlan biparêzin û li herêmê aramiyê ava bikin.

Xelat