Dr. Zerdeşt Haco hilgirê yekemîn yê xelata Mîr Celadet Bedirxane

Dr. Zerdeşt Haco hilgirê yekemîn yê xelata Mîr Celadet Bedirxane

Amadekar: Dilşa Yûsûf-Swêd

Di roja 27 Cotmehê 2023 yan de, çalakiyek pêkhat ku imzeya xwe avête bin dîroka ziman û wêjeya kurdî li Almaniya.

Foruma Almanî -Kurdî li bajarê Dresden- Almaniya  ji bo cara yekemîn xelata Mîr Celadet Bedirxan ya kulturî ragihand. Kurdolog ,wergêr û dosentê zimanê Kurdî yê navdar birêz Dr. Zerdeşt Haco bû hilgirî yekemîn yê vê xelata nirxdar.

Pêşkêşkirina xelata Mîr Celadet Bedirxan  ku hem madî û hem meinewî ye, bi merasîmeke taybet û bi amadebûna çendîn kesayetîyên diyar yên navneteweyî,  Almanî û Kurd bi rêveçû. Çendîn semînar û axaftin jî li ser xebat û keda Dr.Zerdeşt Haco di ber pêşxistin û danasîna zimanê Kurdî de hatin pêşkêkirin.

Dr.Yûnis Bahram ku serokê Foruma Almanî-Kurdî ye, derbarî vî çalakiyê weha axivî:

'' Me xwest em şêwazê xelatdayinê di nav Kurdan de bilindbikin astekî nû û ji warê kaxezê derxin, wekî ku heta niha di nav kurdan de bûye. Karên weha dostaniya Kurdan û Ewropiyan bi hêztir dike. Her weha balê dikşîne ser ziman û çanda Kurdî. Bi riya vê xelatê em dixwazin  diyarbikin kuMîr Celadet mirovekî Cîhanî bû. Em dixwazin bi riya vê xelatê re karê diblomasî jî di nava Kurd û Ewropîyan de li pêşkeve. Ji bo pêxistin û serxistina vê diblomasiyê jî piştek û destekdayina her dû rêveberiyên Kurd li Başûr û Rojavayî Kurdistan pêwîste ''.

Bahram ronîkir bê ka ji ber çi xelat dane Dr. Zerdeşt Haco û weha got:

'' Xelata Mîr Celadet Bedirxan weke mîrek û nivîskarekê kurd hate dayin ji bo Dr. Zerdeşt Haco ku ji sala 1974an heta niha xizmeta çand û zimanê kurdî kirê ye. Wî roleke mezin dîtiye di pêşxistin û akadimîbûna zimanê Kurdî de li Alamnya. Ew Serokê berê û damezrênerê PEN a Kurd bûye û serokê wê yê rûmetê ye niha. Beşdarî di amadekirina 21 pirtêkên zarokan de kiriye. Rêzimana Kurdî nivîsiye. Lêkolînên bi nirx çêkiriye li ser kurdolociyê û dosentê zimanê Kurdî bûye li zanîngeha Bremen-Almaniya''.

Dr. Zerdşet Haco jî ji rojnama  Xelat ê re hestê xwe anî ser ziman û got:

'' Ji bo min giringiya vê xelatê ew bû, ku êdî divê xebata kurdan ya li derve ji kevneşopiyê derkeve. Û her dû hikûmetên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êdî di asta danîna bingeha dewletê de li derve kar bikin. Karên bi ast bikin di warê civakî û rewşenbîrî de. Dema dewltên Ewropî xebata me bibînin, ev dibe hazirtî ji bo pêşeroja dewleta Kurdî''.

Her weha Dr.Zerdeşt bal kişand ser giringiya beşdarbûn û axaftina birêz Prof. Terry Carlbom di çalakiyê de,  ku ew 10 salan sekeretêrê giştî yê berê PENa Navneteweyî bûye. Terry pesinnameyek bi navê xwe û nameyek bi navê serokê niha yê PENa Navneteweyî  birêz Burhan Sönmez pêşkêşkiriye. Ev jî ji bo diblomasiya Kurdan bi dewletên Ewropa re xwedî giringî ye.Dr. Zerdeşt weha got.

Hêjayî gotinê ye ku nirxê vê carê yê xelata Mîr Celadet Bedirxan( 10 000 € )deh hezar Euro ye. Simbola xelatê jî bi dîzayneke taybet ku mafê kopîkirina wê hatiye parstin.

Dr.Zerdeşat Haco, nivîskar, kurdolog, wergêr û dosentê zimanê Kurdî bûye li çend zankoyan li Aalmanya.

Haco di 10.03.1950î de li gundê Alareşa li Tirbesipiyê –Rojavayê Kurdistanê ji dayikbûye.

Wî jiyana xwe di ber xebata ji bo ziman û çanda Kurdî de bext kiriye.

Ji salên 1997 – 1999 sekretêrê Navenda PENa Kurd bûye. Di salên 1999 – 2013 serekê giştî bûye. Niha jî serokê Rûmetê yê Navenda PENa Kurde...Niha li Almaniya jiyan dike.

XELAT